Perwerdehiya beriya dibistanê ku wekî serdemeke gelek girîng a ji bo pêşketina zarokan têdîtin, êdî wê bi zaravayên Kurdî jî bê dayîn.
KURDÎ-DER'ê bi kesên di vê mijarê de pispor in re komîsyonek ava kir û bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî yê Kurdî, 10 pirtûk amade kirin. Xebatkarê KURDÎ-DER'ê Ferîdun Bîrgul ku di heman demê de Beşa Mamostetiya Beriya Dibistanê qedandiye, der barê vê xebatê de agahî da. Bîrgul diyar kir ku ev yekem xebata ji bo beriya dibistanê ye, dê ji bo kêmasiyeke mezin bibin bersiv û ev ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî gaveke girîng e.
Bîrgul destnîşan kir ku zarokên Kurd divê perwerdehiya xwe ya beriya dibistanê jî bi zimanê xwe yê zikmakî bistînin, lê di vê mijarê de xebatên pêwîst nayên kirin. Bîrgul, da zanîn ku ji bo kevneşopiya Kurd di aliyê zanistî de ji nifşên nû re bê ragihandin, pêwîstî bi vê xebatê dîtine, di vê çarçoveyê de komîsyon ava kirine û dest bi xebatan kirine. Bîrgul diyar kir ku ji bo perwerdehiya zarokên temenê wan ji 5 salî kêmtir e xebatan dime?înin û xebata wan li gorî çand, kevneşopî, dîrok û zimanê Kurdî ye. Bîrgul ragihand ku 10 pirtûkên amade kirine niha di asta çapkirinê de ne, 8 ji wan li ser perwerdehiyê, yên din jî li ser hunerê û pirtûkên boyaxkirinê ne.

Teoriya Gardner esas girtin
Bîrgul diyar kir ku di amadekirina pirtûkan de Teoriya Piralî ya Biaqilbûnê ya derûnasê navdar Howard Gardner esas girtine. Bîrgul, ev teorî xîtabî hemû aliyên biaqilbûnê yên di pê?ketina aqilê zarok de girîng in, dike. Bîrgul, da zanîn ku di amadekirina pirtûkan de aqilbûnê ne tenê wekî qabîliyeteke tekane û serdest dîtine, bi awayekî xîtabî astên cur bi cur û taybet dike, teşe dane. Bîrgul anî ziman ku di pirtûkan de li ser hêmanên wekî çand, huner û jiyana civakî ya Kurd sekinîne. Bîrgul got ku bi vî awayî dê bikaribin bingeha perwerdehiya zarok bi awayekî wisa ava bikin ku zarok ji hebûna xwe û kevne?opiyên xwe qut nebe.
Bîrgul tespîta 'zarokên Kurd ji ber ku li malê bi zimanek din, beriya dibistanê jî bi zimanek din perwerdehî dibînin, di nav şokek de ne' kir û wiha got: "Zarok ji ber vî zimanê biyanî yê rû bi rû dimîne, jiyanê wek xewnek fêm dike. Ev jî, bandoreke ne baş li zarokan dike. Eleqeya zarok a li hemberî perwerdehiyê qut dike û jiyana zarok a perwerdehiyê bêzar dike. Zarok bi zimanê xwe tişten hîn bike, dikare xwe hêsantir bîne ziman û wate bide tiştên li derdora xwe dibîne."

Li Amedê tên pêşkêşkirin

Bîrgul anî ziman ku bi vê xebatê re, xeyalên ev bi salan e dijîn pêk hatiye. Bîrgul bang li ciwanên Kurd ên mîna wî perwerdehiya beriya dibistanê girtine kir û wiha got: "Divê em lîstok û çîrokên xwe bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî ji bo nifşên nû me pêşkêş bikin." Bîrgul bi bîr xist ku şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 15'ê îlonê de kreşek ji bo perwerdehiya beriya dibistanê ya bi Kurdî vedike. Bîrgul da zanîn ku dê van pirtûkan bidin vê kreşê û bi vî awayî wê pirtûk bi awayekî pratîk bên bikaranîn. 

DÎHA/AMED