Guçlu, da zanîn ku bi boneya ji çanda populerê dûr bikevin, çanda çoreşgerî esas digirin û ji bo vê yekê dixwazin çandek alternatef ava bikin. Guçlu, anî ziman ku ji ber van sedeman nirxên civakî û çanda civakî esas digirin û xebatên xwe pêş dixin. Guçlu, daxuyand ku dema ew rewşa ronîbûna Kurdan û renginiya Kurdan li ber çavan digirin dibînin ku potansiyelek mezin heye.
'Lêgerîna çareseriya şoreşgerî'
Têkildarî xebatên Beşa Sînemayê yên Navenda Çanda Cegerxwînê Îlham Bakir jî anî ziman ku xebaten xwe bi feraseta "Çanda Şoreşger" dimeşînin û got: "Ger ku em ji huner û çanda çoşergerî re dibêjin hunera alternatif wê demê divê ev çand û huner parastina civakî bike. Xebatên me jî bi vê misyonê xwedî erk û peyvirek e. Ji destpêka tevgera azadiya Kurd heta niha di çand û hunera Kurdan de jî serkeftin û hilberînek mezin heye. Gavên girîng hatin avêtin. Hêzên kapîtalîst çand kirine wekî amûr û alavekî kapitalizmê û dixwazin li gorî xwe texe bixin û pêş bixin. Êrîşên hovane yên Pergala Şaristaniya Dewletparêz, herî zêde êrîşî qadên civakî dikin. Herî zêde êrîşî çanda civakê û nirxên civakê dikin. Divê em jî karibin vê çandê li hemberî van êrîşan biparêzin. Ji dîroka mirovahiyê heta niha çiqas nirxên hêja û bi qîmet hebin rastî êrîşa çanda populist hatiye. Çanda civaki her tim ji aliyê hişmendiya yekparêz ve hatiye tunekirin. Hemû nirxên civakî hatine perçekirin û îmhakirin. Em ancak li hemberî êrîşên liberal bi afirîna polîtîkayên alternatif û hilberîna çanda civakî çandê biparêzin."
DÎHA/AMED