Xebatên kolandinê yên Dêrka Mor Yakûp ku lingekî projeya "Parka Çand û Baweriyan" a Şaredariya Nisêbîn, Walîtiya Mêrdîn, Wezareta Çand û Tûrîzmê û Muduriyeta Herêmê ya Weqfan e, bi dawî bû. Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, li gel endamên meclîsa şaredariyê xebatên kolandinê li cih şopandin û ji ekîbê agahî stendin.

Sezona kolandinê ya 2013-2014'an a xebatên kolandinê yên li Dêra Mor Yakûp, ji aliyê ekîbeke ji 19 kesan a Muduriyeta Arkejolojiyê ya Şaredariya Nisêbînê û Muduriyeta Muze ya Mêrdînê ve dihat meşandn.
Xebatên kolandinê yên ji sala 2000'î û vir ve dihatin meşandin, vê sezonê 9 mehan dewam kir. Xebatên kolandinê yên îsal bi giranî li aliyên başûr, başûrrojava yên dêrê û beşên navîn û başûr ên katedarla dêrê hatin meşandin.
Li Dêra Mor Yakûp her wiha xebatên hawirdor û paqijiyê jî tên meşandin û hat ragihandin ku piştî xebatên kolandinê wê xebatên restorasyon, sererastkirina derdorê û xebatên konservasyonê werin meşandin. Dêra Mor Yakûp û Mizgefta Zeynel Abîdîn, di encama nirxandina 15'ê Nîsanê de bûbû du ji 13 qadên ji Tirkiyeyê ketin Lîsteya Demî ya Mîrateya Cîhanê UNESCO. 

MÊRDÎN