Li ser hevdîtinên xwe û armanca hatina ya herema Kurdistan parlamentera Qersê yê BDP’ê Mulkiye Bîrtane da zanîn ew ji pêşketinên Kurdan li rojavayê Kurdistan û rewşa siyasetmedarên Kurd yên ji ber zextên Dewleta Tirk hatine herema Kurdistanê di cih de bibînin hatine. Bîrtane ev tişt anî ziman: “Bi rastî şoreşa rojavaya Kurdistan niha rojewa cîhanê de ye. Em jî li vir vê şoreşê slav dikin û serkeftinê ji gelê me yê Rojava re dixwazin.” Bîrtane diyar kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di civîna xwe herî dawî de biryara kampanyakî alîkarî ji rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha pêde çû: “Ev kampanya bi alîkariya dermanan e. Çinkî gelêk nexweşî niha li wan herema peyde bûne. Em wek komîteya amadekar na, lê wek jinên Netewî yên Kurd em kombûn. Ji xwe di konferansa me ya 2’emîn dîsan wek ya yekê me çawa li Amadê lidarxist bîryar dabû ku li kîjan beşê Kurdistan êrîşek were ser Kurdan em ê alîkariya wê beşan bikin. Civînên me yên li vir jî li ser çawatiya wê ye. Lê em ê wek komîteya amadekar ya Konferansa sêyemîn ya jinên Kurd di demê pêş de civîna xwe lidarbixin.”
Bîrtane li ser armanca çûyîna Herema Federala Kurdistanê destnîşan kir ku ji ber zextên Dewleta Tirk gelêk siyasetmedarên Kurd hatine Kurdistanê li wir bi gelêk pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bîrtane diyar kir ku wan bi malbatên divê rewşê de re civînan lidarxistiye û wiha berdewam kir: “Ev du roje em li herema Kurdistanê ne. Yek ji armanca hatina me ya herema Kurdistanê ev bû ku bi sedan malbatên me siyasetmedarê me ji ber doza bi navê KCK’ê li Tirkiyeyê tê meşandin û ceza li wan hatine birîn li herema Kurdistanê ne. Me bi wan hevalên xwe re civîn lidarxist. Me xwest rewşa wan çawa em têbihên. Xuya bû ku rewşa wan li vir jî pir baş nîne.”
Bîrtane destnîşan kir ku niha rewşek wiha heye gelek siyasetmedarên Kurd çûne herêmê û him pirsgirikên resmiyetê, him jî pirsgirêkên abori jiyan dikin. Bîrtane wiha axaftina xw bi dawî kir: “Em jî li ser çareseriya van pirsgirêkan rawestiyan. Em ji rayadarên başûrê Kurdistanê dixwazin alîkariya van siyasetmedarên me bikin. Dîsan ev demeke ji bo em ofîsek li Herema Kurdistanê vebikin xebat dikin. Me bi van hevalê me yên li vir re hevdîtinê kir. Me li vir asta xebatê xwe nirxand. Niha di warê pratîkî de me Hewlêr ofîsa xwe vekiriye, ji bo resmiyetê jî serî lêdankirine. Ji xwe Serokê Herema Federala Kurdistanê Mesûd Barzanî jî gotibû, ofîsa xwe vekin.” 

Çûn serdana Wargeha  Şehîd Rustem 

Heyeta BDP Û KCD’Ê ku di nav de Hevsoreka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê Emîne Ayna, Mulkiye Bîrtane û Ayla Akat hebûn û ji bo piştgiriya gelê rojavayê Kurdistanê çibûn Herêma Federal a Kurdistanê pêr çûn serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem.
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji bo pêşwazîkirina heyeta BDP û KCD’ê, pêr evarê saet 20.00’an li Qada Navenda Çand û Huner a Wargehê kom bû. Heyet bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” hatin pêşwazîkirin. Li Qada Çand û Hunerê li ser navê heyetê parlamentera BDP’ê Mulkiye Bîrtane axifî. Bîrtane ku girse silav kir axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Armanca hatina me ya li Başûrê Kurdistan ji bo destekdayîna gelê me yê rojavayê Kurdistanê ye. Li ku derê dibe bila bibe li ser kîjan parçeyî dibe bila bibe li seranserê cîhanê em piştgiriya gelê Kurd û bi taybet piştgiriya jinên Kurd ên rojavayê Kurdistanê dikin.”
Mulkiye Bîrtane di axaftina xwe de bang li jinên Rojavayê Kurdistanê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu carî dest ji vê têkoşîne bernedin. Em her tim ligel we ne. Em dizanin ev 30 sal e ku têkoşînek bêhempa li hember sîstema serdest tê birêvebirin. Siyasetmedarên Kurd ên jin ji her çar parçeyên Kurdistan hatin gel hev û konferansên xwe li dar xistin. Armanc avakirina Yekitiya Gelê Kurdistanê ye. Em zanin ku di hemû şoreşan de rola jinê pir girîng e. Di şoreşên ku heta niha li cîhanê pêk hatine de yên rol û mîsyona jinê înkar kirine hilweşiyan e. Lê em dizanin ku şoreşa azadiya gelê Kurd, li ser milê jin û zilaman pêkve dimeşe. Rola jina Kurd di şoreşa gelê Kurd de gelekî girîng e.” 

DÎHA/HEWLÊR /MEXMÛR