Di semînara ku bi dehan jinên bajêr beşdar bûn de kampaniyaya YJA`ê û girîngiya beşdariya jinan di nava çalakiyan de hate nirxandin.

Endamên meclisên jinan ên bajêr û navçeyan jî çûn serdana malan û derbarê bernameya çalakiyan de jin agahdar kirin. Endamên meclisa navçeya Raco bi vê armancê çû serdana gundê Hobkê, Banikê, Itmana, Çeqilme, Zerka û Çobana û bi jinan re hevdîtin pêk anîn. Jinên navçeyê her wiha çûn serdana Navenda Yekîneyên Parastina Jinê (YJA) û gul diyarî şervanan kirin. Bi heman armancê endamên meclisên jinan ên navçeyên Şera, Mabata, Şiyê û Şêrawa dest bi serdana gundan kirin. Beşê yekemîn ê çalakiyên piştgiriya kampaniyaya YJA`ê 31`ê Kanûnê ya sala 2013`an destpê kir û heta 14`ê meha Çile dewam kir. Beşê duyemîn jî 2`ê sibatê bi çalakiyên bîranîna Viyan Soran destpê kir û heta 20`ê Sibatê dewam kir. 23`ê Sibatê beşê sêyemîn yê çalakiyan destpê kir û dê heta 1`ê adarê dewam bike. Ji 1`ê Adarê heta 8`ê Adarê jî wê li seranserê kantona Efrînê û navçeyên wê şahî û çalakiyên pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê bêne lidar xistin.

EFRÎN