Ji bo nirxandina kar û çalakiyên salekê, şaxê Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo duh li navenda Akademiya Celadet Bedirxan civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de 300 endamên saziyê yên bajarê Qamişlo û gundewarên wê û Cîgira Serokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Semîra Hac Elî amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana civînê ji 4 endamên SZK'ê hate hilbijartin û Endamê Rêveberiya SZK'ê Delîl Dilgeş axivî û bal kişand ser karê saziyê û perwerdeyên zimanê Kurdî li 80 dibistanên bajarê Qamişlo û bidawîkirina nêzî 100 dewreyên perwerdeya ziman û got, hejmara endamên saziyê gihiştiye 300'î.
Piştre rapora saziyê ya salekê ji aliyê Endama Rêveberiya SZK'ê Zozan Hesen ve hate xwendin û rewşa rêxistinî ya saziyê ji aliyê endamên beşdar hate nîqaşkirin.
Cîgira Serokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê girîngiya ziman ji bo gelan û pêwîstiya xwefêrkirina zimanê dayikê anî ziman.  Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku konferansa Saziya Zimanê Kurdî ya herêma Cizîrê bê lidarxistin û mamosteyên zimên hemû tevlî perwerdeyên Akademiya Ziman û Wêjeya Kurd a Celadet Bedirxan û Akademiya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî bibin. 

QAMIŞLO