
Leyla Zana, encamname bi Kurdî xwend û wiha got: „Em partiyên Kurdan ên li Kurdistanê Siyasetê dimeşînin, yekitiya gelê Kurd ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiye û rojhilata navîn gelek girîng dibînin. Ji bo vê yekê jî em di hava hewldanên yekîtî û tigaqiyê dene. Ji bo mafê Kurdan bê parastin divê daxwazên Kurdan ji aliyê makeqanûna nû ve bên parastin. Dîsa ji bo Kurd bibin bersîva daxwazan em di nava hewldanên kongreya neteweyiya Kurd dene. Em vê hewldanê wekî peyvir û erk li pêş xwe ferz dibînin.
Zana, destnîşan kir ku ji ber mafê gelê Kurd ên neteweyî hate astengkirin pirsgirêk didome û mafê gelê Kurd ji ailyêdagirker û serdestên li ser axa Kurdistanê hatiye binpêkirin. Zana, anî ziman ku îxtîdara di 90 salên dawî de serdestiyê dike hemû mafên gelê Kurd ên neteweyî binpê kiriye û gelê Kurd wekî netew nabîne û mafê wî înak dike. Zana, anî ziman ku daxwaz û têkoşîna gelê Kurd ji bo edalet, azadî, qekîtî, wekhevî û statu ye.
Zana, destnîşn kir ku li ser gelê Kurd zext, zordarî û tundî heye û wiha got: „Dewletên ku li ser gelê Kurd zordarî û tundiyê bimeşînin, nihakir pirsgirêka rojhilata navîn çareser bikin. Gelek firsetên dîrokî dikevin destên dewletan. Yek ji van firsetan Kurdistana başûr e. Bi polîtîkayên înkar û îmhayê pirsgirêk nayêçareserkirin. Niha 40 mîlyon zêdetir nifûsa gelê Kurd heye. Divê êdi mafê gelê Kurd û statuya wan bê qebûl kirin. Heta ku mafê gelê Kurd neyê dayîn li Rojhilata navîn aştî pêk nayê.“
Dewlemendiyên Kurdistanê
Zana, destnîşan kir ku hemû bawerî, raman, kesiyaset kesayetiyên cuda dewlemendiya Kurdistana qedîm e. Zana, bilêv kir ku raman û baweriyên cuda li pêş yekîtî û tifaqê nabin asteng û divê em bi regn û ruyên xwe yên cuda tifaqa xwe ava bikin. Zana, bilêv kir ku hemû partiyên siyasî, komele û rêxistinên ku li ser vê axê xebatê dimeşînin, divê reng, bawerî û ramanên hev nasi bikinû qebûl bikin û biparêzin û wiha got: „Li dijî azadî, wekhevî û demokrasiya gelê Kurd kijan hêz, ziman, tars û uslup derkeve dê neyê qebûl kirin û bê redkirin. Dê di demek kin de heyeta ku ji partiyên me yên siyasîe pêk tên, ji bo yekpariya ziman, çand, bîr û baweriyan hava bikin bê avakirin û dest bi xebata yekîtiya neweteyî bikin. Em hemû kesên di doza Kurdistanê de bedela dane û bedelan didin bi hurmet li wan xwedî derdikevin. Hemû hewldanên ku li dijî yekîtiya gelê Kurd têkevin nava hewldanê dê bê encam bimînin. Tu Kurd destûr nadin ku Kurd di girtîgehan de birizin û dê her tim li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê têbikoşin.”
Zana diyar kir ku partiyên siyasî yên Kurd, kom, sazî û kesayet di nav welat û derveyî welat divê xizmeta yekîtiyê bikin û wiha axivî: „Di demeke herî kurt de heyeteke ku ji partiyên siyasî, nûnerên bawerî û kesayetan pêk bê dê bê sazkirin û ji bo mekanîzmaya yekîtiya netewî saz bikin dest bi xebatên xwe bikin. Tifaqa netewî di heman demê de hevbeşiya nêrîn û hewldana ye.
Zana anî ziman ku di pêvajoya makezagona nû de jî wan dest bi têkoşîna hevpar kiriye, daxwazên xwe yên ji 4 madeyan pêk tê di nav makezagonê de cih bigirin hedef dikin ku bi hezaran îmze berhev bikin û wiha aixivî: „Li Kurdistanê ji bo edalet, azadî û aştiyeke birûmet pêk bê konferansa Kurdistanê di demeke kurt de pêk bê. Ji bo vê yekê jî ew ê hewldanên me bê pêşxistin. Bi vê minasebetê ez kesên ku ji bo pêşeroja gelê me canê xwe feda kirine bibîr tînin û bi hêviya ku bibe wesîleya azadiyê cejna Newrozê pîroz dikin.“
DÎHA/AMED