Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan, ku êvara 7’ê Îlonê dema diçûn malên xwe yên li Mersînê di rê de hatibûn binçavkirin, doh sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriya Tirk, piştî lêpirsînê Çoban û Îlkan bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirine” ji bo girtinê radestî dadgehê kir. Li dadgehê jî, piştî dayîna îfadeyê Çoban û Îlkan bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
MERSÎN