Hozan Canê ev zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê di hepsê de û beriya bi çendekê keça wê Dîlan Ors jî hatibû girtin. Hikûmeta Elman têkildarî girtinê daxuyanî da û got; “Em zextan (li hikûmeta Tirk) dikin.”
Hunermend Hozan Canê ji Koln ji bo ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP´ê çûbû Tirkiyeyê. Ew 23’ê Hezîrana 2018’an di mîtînga HDP’ê ya Edirneyê de hatibû destgîrkirin û ji ber ku di filmekê li ser têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê de rol kiriye, hat cezakirin. Dadgeha Tirk 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hozan Canê birrîbûn. Keça wê Dîlan Ors jî dema dixwest ji Tirkiyeyê derkeve, hefteya bihurî hatibû destgîrkirin. Piştî girtina Ors parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ev rewş biribû Meclîsa Federal.
Ji bo berdana Dîlan Ors û dayika wê parlamenter Akbûlût ji rêveberiya Berlînê pirsî ka çi kiriye. Li ser navê hikûmetê Wezareta Karê Derve bersiv dayê û got, heta niha konsolosxaneya Elman a li Stenbolê 8 caran li girtîgehê serdana Ozan Canê kiriye û ji bo serdana Hozan Canê û keça wê jî miracaeteke nû li hikûmeta Tirk kirine.
Sefirê Elman yê Enqerê Martîn Erdman jî ragihand ku bi Dîlan Ors re wan hevdîtin kiriye lê naveroka hevdîtinê nikarin eşkere bikin. Wezareta Karê Derve ya Elman got; “Li Tirkiyeyê ji bo dadgehkirina hemwelatiyên Elman yên girtî, zextên Hikûmeta Federal ên li ser Tirkiyeyê didomin.”
Akbûlût pirsîbû ka beriya Dîlan Ors biçe Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Karê Derve ve hişyariya geştiyarê hatiye kirin yan na, lê wezaretê bersiv neda vê pirsê.
ANF/BERLÎN