Belgefilma ‘Her Mal Dibistanek’ di 12´emîn Rojên Belgefilman ên Stenbolê Documentarist de xelat wergirt. Belgefilma li ser perwerdeya bi zimanê dayikê, û hewldana dewamkirina dersdayînê li malan, hêjayî Xelata Beyreyê ya Nû hat dîtin.

Documentaristê ji 15 ta20’ê Hezîranê dewam kir ûpêr êvarê bi merasîmekê bi dawî bû. Xelata Behreyê ya Nû ya Johan Van Der Keuken ku di çarçoveya mihrîcanê de tê dayîn, bû para belgefilma ‘Her Mal Dibistanek’ a derhêner Ardîn Dîren.

Her wiha di çarçoveya mihrîcanê de xelata FIPRESCI’yê jî bû para Belgefilma Ruzgarın Goturdugu (Tişta Ba dibe) ya li ser têkoşîna jiyanê ya 32 keçên Êzidî ya derhêner Helîn Çelîk û Martîn Klingenbock.

Di mihrîcanê de ji 35 welatan 83 belgefîlm hatin pêşandan û gelek atolye û forûm hatin lidarxistin.

 

 MA / STENBOL