Di nûçeyeke rojnameya Sabah’ê de hate ragihandin ku, MGD’a ku li şeva wê êrîş li Ahmet Kaya hatibû kirin, wek lêborînê piştî 13 salan wê navê Ahmet Kaya bi xelata ku her sal diyarî bike bide jiyandin.

Xelata taybet
Xelat wê bi navê Xelata Taybet ya Ahmet Kaya bê dayîn û îsal cara yekê wê ev xelat ji tembûrvanê Ahmet Kaya Umît Yilmaz re were diyarî kirin. Wê ev xelat bi destê rojnamevanê Tirk û dostê nêzîk yê Ahmet Kaya, Savaş Ay ve ji xelatgir re bê dayîn.
MGD’ê daxûyakirin ku, ev du salin li ser dayîna Xelata Taybet ya Ahmet di nav xwe de gengeşî dikin û îsal gihîştine vê biryarê.
Her wiha hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya jî li ser vê pêngavê kêfxweşîya xwe aniye ziman û di vê mijarê de axiviye: ‘Ahmet Kaya mirovê muzîkê bû, ji xwe ya ku divîya bê kirin ev bû. Yanî li ser navê wî xelat bê dayîn.”
Kaya axaftina xwe wiha domand: “Lê belê heke armanc telafîkirina tiştên wê şevê hatibûn serê me be, ez ê hê bêhtir kêfxweş bibim.”

NAVENDA NÛÇEYAN