Di merasima xelatdayînê de li gel Serokomarê Elmanyayê Joackin Gauck li dor hezar kesî hebûn. Nivîskar Emcke di axaftina xwe de got, ji bo civakek azad û demokratîk bi hev re kedê bidin. Nivîskar diyar kir ku divê mudexeleyî “vê dinyaya ku her ber bi xedariyê ve diçe bê kirin.”


Carolin Emcke kî ye?

Nivîskar Carolin Emcke sala 1967’an li Mülheim an der Ruhr hatiye dinê, felsefe xwendiye, doktoraya xwe li ser “nasnameya kolektîf” kiriye. Wê heta niha gelek xelat girtine. 9’emîn pirtûka Emcke bi navê “Li dijî nefretê” vê mehê wê derkeve.

Yekîtiya Weşangerên Elmanyayê ji sala 1950’î ve Xelata Aştiyê dide. Kesê xelatê digire 25 hezar Euro jî digire. Heta niha di nav kesên ev xelat wergirtî de ev kes hene:  Albert Schweitzer (1951), Hermann Hesse (1955), Astrid Lindgren (1978), Siegfried Lenz (1988), Mario Vargas Llosa (1996), Jurgen Habermas (2001), Orhan Pamuk (2005). 


 FRANKFURT