Nobela Aştiyê ya sala 2018´an dan jina Êzîdî û Kurd Nadiya Murad, ji ber kar û xebata wê ya li dijî êrişên destavêtinê weke amûreke şer û têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ´ê. Bi vî awayî ew bû yekem mirova Êzîdî û Kurd ku xelateke evqasî bi prestîj wergirt.

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018’an dane parêzvana mafê mirovan a Êzîdî, Nadiya Murad û jinekologê Kongoyî Dr. Denis Mukwege.

Di daxuyaniya fermî ya eşkerekirina xelata îsal de, hat gotin, ji ber sedema wan xebatan ku Nadiya Murad pê hewl dide di şer de destavêtin, tecawiz mîna amûra şer neyê bikaranîn Nadîa Murad hêjayî xelatê hatiye dîtin. Dîsa ji ber heman sedemê jinekologê Kongoyî Dr. Denis Mukwege hêjayî xelatê hat dîtin.

Di daxuyaniyê de ya têkilî sedema dayîna Xelata Aştiyê ya ji bo van herdu kesan jî hat gotin, “Her duyan jî ji bo ku balê bikişînin ser şerê bi vî rengî û têkoşîna li dijî vî şêwazê şerî xebatên hêja kirine.”

Komîteya Xelata Nobelê doh, biryara xwe eşkere kir. Bi vê xelatê, Nadiya Murad bû yekemîn Êzîdî û Kurd a li cihanê ku ev xelat wergirtiye. Nadiya Murad piştî ku sala 2014´an di êrişa qirrker a çeteyên DAIŞ´ê li dijî Şengalê de êsîr ketibû destê çeteyan. Nadiya Murad piştî ku xwe ji destê wan rizgar kir, timî çalak bû ji bo ku hem hovîtiya DAIŞ´ê bi dinyayê bide nasîn û hem îşaret bi kolekirin û firotina jinan bike weke amûreke şerî.

Êş û berdêlan rê li ber têkoşîna wê negirt

Nadiya Murad ji gundê Koço ye ku DAIŞ´ê lê komkujiyeke mezin kiribû. Di vê komkujiyê de dayik û 6 birayên Nadiya Murad jî hatibûn qetilkirin. Nadiya Murad piştî bi 12 mehan li Mûsilê karî ji destê çeteyan bê rizgarkirin.

Nadiya Murad a ku sala 2016´an jî bûbû namzeta vê xelatê, beriya niha xelatên navneteweyî yên ji bo aştî û angajmana civakî yên weke Sacharov (sala 2016´an tevî Lami´a Beşar) wergirtibûn. Heman salê Nadiya Murad xelata Mafê Mirovan a Konseya Ewrûpayê ya Vaclav Havel jî wergirtibû.

Barê Şengalê sivik kiribû

Nadiya Murad dîsa heman salê weke Qasida Niyeta Pak a Neteweyên Yekbûyî hatibû diyarkirin. Dema ku Nadiya Murad bû Qasida Niyeta Pak, Sîwana Meclisa Jinên Êzîdî (SMJÊ) ji bo wê gotibû, “Piştî ku rizgar bû, rêyeke zor danî pêşiya xwe. Ji ax û warê xwe yê bajarê Koço ku talan bûyî, dûr ket û vîzyonek da pêşiya xwe.” Serokê Meclisa Avaker a Şengalê, Xidir Salih jî wê bigota, “Nadiya barê Êzîdîxanê sivik kir. Em li ser navê Meclisa Avaker a Şengalê spasiya wan dikin. Ji serê Çiyayê Şengalê em silavên xwe ji Nadiya Murad re dişînin. Em xelata wê li hemû Êzidiyan pîroz dikin. Bi sedhezaran Êzîdî kêfxweş kirin. Em ji bo hemû karên wê serketinê dixwazin.” Nadiya Murad tevî Amal Clooney pirtûkek nivîsî ku tê de serpêhatiya xwe vedigot.

 

NAVENDA NÛÇEYAN