Di civîna çapemeniyê ya li Pirtûkxaneya Qraliyetê ya li Stockholmê de jûriya Weqfa Alma hat ragihandin, pirtûkên Rosoff ji ciwanan re nivîsandiye, hem xîtabî hest hem jî têgihiştinê dikin û xwendevanan ti carî xemsar nahêlin.
Seroka Jûrî Boel Westîn da zanîn, karekterên di romanên Rosoff de cih digirtin, hem empatiyê hem jî hurmetê nîşan didin û di heman demê de bi rexneyî nêzîk dikin. Westîn diyar kir, Rosoff nivîskareke ku sînoran nû dike û bi rezdarî nêzî mirovan dibe.
Mezûna Zanîngeha Harwardê Rosof a di sala 1956’an de li Bostonê ji dayik bû, 6 pirtûkên wê yên ji bo zarok û ciwanan û romaneke ji bo mezinan heye.
Ji bo xelata îsal a Alma, ji 59 welatan 215 nivîskar û sazî namzet hatibûn nîşandan.
Xelata Astrîd Lîndgren wê di 30’ê Gulanê de li Mala Konserê ya Stockholmê bi merasîmekê radestî Rosoff bê kirin.
STOCKHOLM