Egîtîm Sena Amedê ku her sal Pêşbaziya Şerzan Kurt a Çîrokan pêk tîne, ji bo ya 9’emîn derî vekir. Yên bixwazin heta 15’yê rezbera 2019’an divê berhemên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.
Pêşbazî ji bo bibîranîna Şerzan Kurt ku dema xwendekar bû hatibû kuştin tê lidarxistin. Pêşbaziya çîrokan bi kurdî û tirkî ye. Di nav endamên juriyê yên beşa kurdî de Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Gulgeş Deryaspî, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, Mehmet Çakmak û OmerKurt, hene.
Di nav endamên juriya beşa tirkî de jî Asli Perker, Ayşegul Tozeren, Belma Firat, İrem Uzunhasanoglu, Şengul Can, Zeynep Uzunbay û Nejla KURT, hene.
Şertên tevlêbûna pêşbaziyê:
1- Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2- Zimanê pêşbaziyê, kurdî (kurmancî) û tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî pêdivî pê bibîne dikare xelatê parve bike.
3- Heta 15’ê Rezbera 2019’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî bişînen ser maila serzankurt2011@gmail.com.
4- Piştî ku encama 9’emîn Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wekî pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
5- Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bêne eşkerekirin û xelat roja 9’ê Sermaweza 2019’an bi merasimek wê bêne belavkirin.
6- Xelat peykereke ku bi xisûsî hatiye çêkirin. Xelat wekî pere nayê dayîn.