Tu car nekir minet, lewre ev ne ji exlaqê vê axê bû… hemû xizmeta wê ji hezkirina wê bû… hezkirina ku dê ji ber zarokên nankor bibûya çarenûsa wê ya jehrî bûyî… lê cardin jî dê dest bernedaya ji vê maqûliya xwe… dizanî ew perçeyek xwezayê nêzîkî heqîqetê ye û xweza wê ji bîr nake…
Dizanî dê rojek şêrê li ser lêvên birçî yên mirovahiyê de berdayî nav nefsa bi xwe nikare rojek bigihe armancê.. Bi vê baweriyê bû tu carî xizmeta xwe minet nekir… Ne ji yê minetdar û ne jî ji yê bêminet… Ew Mezrabotan bû… dayîk bû ew… Ev bîrnekirina wê ji kevnareyên li ser dilê wê hatibû raçandin bû… Di her nexşê kevnareyekê de dîrokek razayî hebû.. û elbette wê rojekê çavên xwe vekirina ji vê xewê… Li ser dilê wê gund, navçe û bajar hebûn… dol û newal û çiya hebûn… Hemû keşf û îcadên cîhanê yên yekemîn li van axan rûda bûn.. Yekem car li ser dilê wê genim hatibû peyda kirin û yekem car simbilên genim li vê axê hatibûn berhevkirin… Yekem car rêgezên exlaqî li vê axê hatibûn nivîsandin… Ne li ser rûpelan be jî di derizokên keviran de hatibûn veşartin…

Her kevirek şahidek e
Her kevirek şahidê perçeyek dîroka vê axê bû… elbette dê rojekê ev şahidî bikiribana…Zarokên vê axê jî bi vê yekê pir bi bawer bûn.. bi vê armancê hemû berhem, çîrok û çanda xwe li ser keviran dirisandin.. Kevir datanîn ser kevir û şaheserên dîrokî dihonandin.. di berbanga sibehê de an jî di avabûna rojê de .. Ji bo wan kevir cihê parastina zîhniyeta mirovahiyê, çand û dîrokê bû…
Li navçeyek piçûk a vê axê berhemên hatin honandin îro ji xewê şiyar dibin û çîroka hezaran salan ji me re dibêjin… Ev navçeya şirîn bi xan, manastir, mizgeft û agirdankên xwe serpêhatiyek tîne ser ziman.. Ev navçeya wekî diyarê şikeftan tê zanîn, Midyada Mêrdînê ye. Dîroka Midyadê gelek dirêj e… Yekem car navê wê di sedsala 9’emîn de wekî Mitîate di qeydan de derbas dibe.. Lê berî vê çiqas dem hatiye avakirin nayê zanîn. Li vê navçeya biçûk ligel van şikeftên avê û qulên bi armanca hewa girtinê hatine çêkirin… kevnareyên bi navê ‘Kelht’ û manastirên xwe wekî xezîneyek dîrokê ye…

Hemû neqişandî ye
Bi vê hişmendî, çand û baweriya dîrokî di sala 1903’yan de hemwelatiyek Suryanî Musa Samas bi navê Gelûskeyê xanek çê kir. Samas bermayiya çandî û dîrokî ya ji hezaran salan li ser vê axê girtî hemû li kevirên vê xanê nexşandiye.
Xala Gelûske ji du qatan pêk tê. Di ketinê de deriyek bi heybet cih digire. Dema mirov ji derî dikeve hundir, hewşek mezin mirov pêşwazî dike.. Hem li qatê jêrîn û hem jî li qatê jorîn ode hene. Lê li qatê jêrîn li gel odeyan cihên bêhn vedanê û xwarinê jî peyda dibin. Zemîna hewşa xanê ji kevirên midyadê û bi hostatiyek mezin hatiye selbendkirin. Dinava hewşê de jî şadirvanek di şiklê gulê de hatiye çêkirin.

Mîmariyeke bi heybet 
Li qata yekemîn a xanê pencere û kemerên bi stûnê hatine honandin. Kevirên bi yek rengî, di encama kedem mezin de bêgirnûzî hatine sererastkirin û raçandin. Aliyek hewşa xanê bi tevahî li gorî hewceyiyan hatiye avakirin û ji bo xarina kesên li xanê bibin mêvan teşe girtiye. Li qata jor jî zêdetir odeyên ji bo bêhn vedan û razanê cih digirin. Li qata jêr jî odeyên bi heman armancê hatine çêkirin peyda dibin…
Li qata jêr 3 korîdorên aliyek kemberên stûnê û aliyê din dîwarê hewşê lê heyî bi banên xwe yên kemberî dirêj dibin… Li serê korîdoran jî cardin paceyek girtî ya kemerî heye. Li qata binî di heman demê de mezelek ku çend derî jê ber bi jêr ve diçin ên wekî tunelan jî cih digire…
Ji bilî van li ber dîwarê hewşê yê hundirîn jî kevirên gulover ên wekî cuhniyan cih digirin. Dema mirov dikeve nav hewşa xanê, teşe û mîmariya wê bi hemû awayî ve mirov dikişîne nav xwe. Kî dizane çend kes li vê xana dîrokî bûne mêvan… Bi kîjan armancê hatin vir û çi jiyan? Gelo çi axivîn û çend raz û hêviyên xwe li kevirên van dîwaran nexşandin… An jî van dîwaran şahidiya çend axaftinên qedexe û nepenî kirin…
Dibe tişta heybetmendiya vê xanê dideyê jî gotinên nepenî yên di derizokên dîwaran de hatine veşartin e… Belê xana yekemîn a Midyadê demek dirêj malovaniya ticarên herêmê kiriye. Lê demek dirêj jî rastî bêrêziyê hatiye.

Dîroka Mezopotamya girtiye ser xwe 
Xana Gelûşkeyê demek dirêj ji ber neparastinê di heman demê de tahrîbat jî dîtiye… Xana ku demek dirêj wekî bazara gundan hatiye bikar anîn, piştre jî kirine axûr û mezbexane. Xana piştî 1980’yan wekî mezbexane û axûr hatî bikar anîn 12 sal berî niha ji hêla hemwelatiyekî ve hate paqijkirin û niha wekî loqente û kafeyê tê bikar anîn.
Her çiqas rewşa xanê ji ya 12 sal berî niha paştir be jî ev kevnareya dîrokî cardin eleqeyê nabîne.. Xana Gelûskeyê ya dîrokî şayanî parastina ku heq dike ye.. Bi dîwarên xwe yên bilind, hewşa xwe ya mezin, deriyê xwe yê bi heybet, mezelên xwe yên bi kevirên Midyadê hatine honandin Xana Geluşkeyê dîroka Mezopotamyayê girtiye ser milê xwe û li benda eleqeya me ye…


ERTÛŞ BERÇELAN - DÎHA- AMED