Hito Steyerl sala 2017´an bû yekem jin ku di nava 100 hunermendên herî xust ên Art Review de bû jina yekem ku di serê lîsteyê de bû. Sala 2016´an jî ew di rêza 7´an de bû. Niha jî ew layiqî Xelata Käthe Kollwitz a sala 2019´an hat dîtin ku Akademiya Huner a Berlînê dide û xelata herî bi prestîj a huner a Elmanyayê ye.
Hito Steyerl bi kokên xwe yên malbatî Elan û Japonî ye û li bajarê Elmanyayê Munchenê hatiye dinyayê. Juriyê hefteya bihurî gava biryara xwe eşkere kir ji bo wê got, "Ew bi ser ket bi wê yekê ku bi awayekî provokatîf û aqilane agahiyên fizîkî, dîtbarî û fikrî di nava yek berhemê de bi hev ve kirin. Bi montajên xwe yên wêneyên anîmasyona kompûterê, çapemeniya girseyî û sehneyên ku wê bi xwe dîmenên wan girtiye, vê hunermendê bal bire ser pêvajoyîn heyî yîn siyasî, elaqedarî avahiya civakî û civakî".
Hunermend, filmçêker, nivîskar
Hito Steyerl a ku hunermendeke pirralî, filmçêkereke derasayî û nivîskar e, teorî û pratîkê tîne cem hev bi gotarên akademîk, performans, înstalasyon û belgefilmên ceribandê. Ew ji sala 2011´an ve jî li beşa Hunerê Medya Nû ya li Zanîngeha Berlînê a Huner profesor e.
Elqeyeke yekser a Steyerl a bi Kurdan re jî heye. Hevala wê ya herî nêz li Munchenê, Ronahî (Andrea Wolf) bûye. Beriya ku sala 1991´ê bibe derhînera alîkar a Wim Wenders di projeya Heta dawiya Dinyayê (Until the End of the World). Wê di salên 80´yî de tevî Ronahî kurtefilmek çêkir. Di filmê de ew û Ronahî jî dilîstin. Di filmeke xwe ya sala 2004´an de ku wê dîmenên wê filmê bi kar anîn, dibêje, "Dema ez 17 salî bûm hevala min a herî baş Andrea Wolf bû." Film behsa dewra şidet, sîleh û pornografiyê dike, ka çawa mêr di huner, civak û siyasetê de jinê bi rengê tehlûke nîşan dide û her ji nû ve vê têgeha tehlûkeyê ava dike.
Di vê filma salên 80´yî de wê ev helwêsta mêrana a huner, siyaset û civakê rexne dikir û têde Ronahî şervanek bû. Di filma xwe ya sala 2004´an de ew nîşan dide ka çawa Andrea salên 90´î çûye Kurdistanê, piştre venegeriyaye. Piştre wê çawa afîşeke şehadeta wê li sînemayekê dîtiye. Herî dawî ew dîmenên wê ku di Med TV de hatibûn weşandin jî nîşan dide ku bi gotinên, wî kesê ew dîmen girtî, "Şerê li Kurdistanê di vakumekê de çê dibû. Şahid nebûn. Her tişta xirab ku mirov dikare texeyul bike qewimî. … Artêşa DDR ji hev xistin, lê ne sîlehên wê. Sîlehên wê dan Tirkiyeyê û wê jî ew li Kurdistanê li dijî sivîlan bi kar anîn."
Factory of the Sun
Înstalazyona wê ya rexnegira kapîtalîzmê ya bi navê 'Factory of the Sun' a 2015´an li pavyona Elmanyayê li Venedîkê hat nîşandan. Di vê înstalasyonê de li çûna Elmanyayê weke nûner Bankaya Elman (Deutsche Bank) hatibû nîşandan. ewqasî provokatîf bû ku rojnameya muhafezekar a Elman Süddeutsche Zeitung ji bo wê gotibû "şeytanî, dînane û bi awayekî radîkal ya roja îro“.
Karê wê yê herî dawî niha li Castello di Rivoli li Turinê di pêşangeha "The City of Broken Windows (Bajarê pencereyên şikestî tê nîşandan)".
BERLÎN