Li ser navê YNK’ê Cemal Xidir xelat pêşkêşî HPG’ê kir. Xidir ragihand ku berxwedana HPG’ê bi ti awayî nayê jibîrkirin. Xelat ji aliyên Firat Gever û Aryen Amed ve hat wergirtin. Di salvegera komkujiya Şengalê de YNK’ê xelatek pêşkêşî gerîlayên HPG’ê yên di berxwedana Şengalê de cih girtin û gel parastine, kir. Li ser navê YNK’ê Cemal Xidir xelat pêşkêş kir û got: “Serkeftin û berxwedana gerîlayan a ligel pêşmergeyan li Şengalê nîşan dayî, bi ti awayî nayê jibîrkirin. Rast e, erkê gerîlayan e gel biparêze, lê di vê berxwedanê de rola herî giring leyîstin û gelê Şengalê jî behsa vê rolê dikin. Ji bo rizgarkirina gel tişta ji wan were kirin û hê li eniyên şer li ber xwe didin. Ji ber vê yekê em vê xelatê pêşkêşî wan dikin.”
Xidir ragihand ku erkê her kurdekî ye Kurdistanê biparêze û got: “Gerîla be yan jî pêşmerge, erkê her kurdekî ye li hemberî dijmin şer bike. Berê pirsgirêka me di nava dewletekê de sinordar bûbû, lê niha ev sinor derbas kiriye. Mafê me heye em li hemberî her êrişekê xwe biparêzin. Tirkiye nikare bi balafiran pirsgirêka kurd li Bakûr çareser bike. Neçar e ku mafê gelê kurd bide. Bi êrişên hewayî û hewanan, wê berxwedana li hemberî wan jî berfirehtir bibe. Em dixwazin pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi rêyên aştiyane were çareserkirin.”
5 endamên YNK’ê şehîd bûn
Cemal Xidir derbarê êrişên Tirkiyê yên li hemberî Herêmên Parastina Medya jî wiha got: “Di encama bombebaran balafirên şer a Qendîlê de, 5 endamên YNK’ê şehîd bûn. Me weke partî daxuyaniya pêwîst da û me ev pirsgirêk derbasî parlemanê kir. Ger ev êriş dewam bikin û helwesta Tirkiyê neyê guhertin, bê guman YNK wê bersiva pêwîst bide. Bersiva her tişta bê kirin heye.”
Em ji bo her tiştî amade ne
Ji fermandarên HPG’ê Firat Gever jî destnîşan kir ku berxwedana gerîlayan a li hemberî DAIŞ’ê tevayî Rojhilata Navîn îlham jê wergiriye û got: “Em gelê xwe yê di vê komkûjiyê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Bi taybet em welatiyên xwe yên Êzîdî yên li Gir Zerik û Til Ezer bi berxwedanî şer kirine û şehîd bûne, bi bîr tînin. Ji bo fermanek wiha carek din dûbare nebe, em amade ne ku her tiştî bikin. Ez li vir bang li gelê me yê Êzîdî dikim. Neçarî penaberbûnê hatin kirin û niha di şert û mercên zehmet de dijîn. Niha li çiyayê Şengalê herêmên bi ewle û di bin kontrola gerîlayan de hene. Dikarin dûbare vegerin ser axa xwe û li vir li gor baweriya xwe bijîn. Erkê her ciwanekî Êzîdî ye ku tevlî vê berxwedana dîrokî bibin.”
Bêdengî sûcê mirovahiyê ye
Fermandara YJA Starê Aryen Amed jî di merasîma wergirtina xelatê de axivî û got: “Êşa DAIŞ’ê bi taybet li Şengalê gihandî jin û zarokan, êşa hevpar a hemû gelê Kurd e û em ti carî ji bîr nakin. Bêdengiya li hemberî van êşan, sûcê mirovahiyê ye. Weke hêzên YJA Starê erka me ye ku em jinan biparêzin, bi jinan re hêza parastina rewa û zanabûnê çêkin. Em ê weke hêzên gerîla li hemberî van êrişan tola gelê xwe hilînin. Heta em hebin, em ê destê dirêjî gel, jin û xaka me bibe, bişkînin. Em bi boneya yekemîn salvegera komkûjiya Şengalê, soza xwe dûbare dikin û em dibêjin, weke milîtanên Apoyî ji bo her erka bikeve ser milê me, em amade ne.”