Weşanxaneya Hohenems a li Awûstûryayê, ji sala 2009’an û vir ve Xelata Wêjeyê ya Hohenemsê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne Elmanî ye, lê belê bi Elmanî dinivîsînin.  Ne tenê li Awûstûryayê ji Elmanya û Swîsreyê jî nivîskarên bi Elmanî dinivîsînin tevlî pêşbirkê dibin. Ji bo wergirtina xelatê 111 nivîskarên koçber serlêdan kirin. Jûriya xelatê jî nivîskara Kurd Karoş Taha hêjayî xelatê dît.

Komîteya jûrî diyar kir, Taha ya ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ku dema 9 salî bû tevî malbata xwe neçar ma koçî Elmanyayê bike ji ber pênûsa xwe ya pir çandî û pir zimanî hêjayî xelatê hat dîtin. Taha xelata xwe bi merasîmekê wergirt.

Romana “Beschreibung einer Krabbenwanderung” (Vegotina meşa kevjalekî) ya Karoş Taha sala 2018’an hate weşandin. Romana wê li eyaleta NRW a Elmanyayê jî hêjayî xelatê hatibû dîtin.

 

 VIYANA