
YPJ îsal hêjayî Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ehmed hat dîtin. Şervana YPJ'ê Nesrîn Temir bi unuformayê YPJ'ê beşdarî merasîmê bû û xelat girt. Nesrîn Temir ku di nava refên YPJ'ê de li herêmên Kobanê û Serê Kaniyê li dij DAIŞ'ê şer kir kêfxweşiya xwe ya ji bo girtina xelatê anî ziman.
Merasîma dabeşkirina xelatên (BILE) roja Çarşemê li Silêmaniyê pêk hat. Di destpêka merasîmê de, Seroka Rêxistina Îbrahîm Fawndişên Şanaz Îbrahîm Ehmed bi xêrhatina amadevanên wê merasîmê kir û gotara xwe pêşkêş kir.
Di wê gotarê de, Şanaz got; liberçavgirtina hel û mercên niha ya Herêma Kurdistanê, me biryar da ku em wek bersivekê ji bo hemû dijminên Kurd kesên nimûne xelat bikin. Şanaz aşkire kir ku di nav sedan belgeh û babetên dîrokî yên mamoste Îbrahîm Ehmed de, bi dehan daxwaziyên nimûneyî hene ji bo gelê Kurd ku bên bicîh anîn, lê heya niha nehatine bicî bi cî kirin.
Di dawiya gotara xwe de, Xanim Şanaz rola pêşmergeyên qehreman bilind nirxand û got; "Silav li pêşmegeyên qehreman yên di sengerên berevaniyê de li ber xwe didin û silav li xwediyên pêşmergeyên şehîd û herdem bilind û libakirî be alaya Kurdistan."
Di beşeke din ya wê merasîmê de, filêmeke dukomenterî li ser jiyan û kar û çalakiyên Îbrahîm Ehmed hat pêşkêş kirin û tê de kes û şoreşgerên Kurd hatine xelat kirin.
Piştî axaftin û temaşekirina dokumenter merasîma dayina xelatê destpê kir. Xelat pêşkêşî şervana YPJ'ê Nesrîn Temir a ji eniya şer hatibû hate kirin. Di merasîmê de, şervana jin a YPJ4ê ku bi cilûbergên YPJ`ê derket pêşberî beşdaran û gotara xwe ya derbarê berxwedana Kobanê û rola jina Kurd di serkefrtina berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê de pêşkêş kir.
Îbrahîm Ehmed kesayetek netewî bû
Şervana YPJ'ê di merasîma xelatdayinê de wiha axifî: "Di serî de ji Rêber Apo re silavên xwe dişînim. Li vir Rêzdar Celal Talabanî Silav dikim û şîfaya xêrê jê re dixwazim. Ji ber ku em vexwandin vir ji bo Hîroxan spasiyên xwe pêşkêş dikim. Bi wesîleya vê merasîmê careke din Îbrahîm Ehmed bi rêzdarî bibîr tînim. Îro li ser navê wî ev xelat hate dayin. Kesayetekî xwedî xebata yekîtiya netewî bû. Hestên wî yên neteweyî gelekî bilind bûn. Rewşenbîr û zanayek bû. Dizanîbû azadiya gelê Kurd di yekîtiyê re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî xabat û kedeke mezin da. ji bo me nirxekî mezin e, em deyndarê wî ne."
Seferberiya neteweyî pêk hat
Şervana YPJ'ê Nesrîn Temir di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku di tevahiya dîrokê de Kurd bûne hedefa êrîşan û zilmeke mezin li ser wan hatiye meşandin. Temir wiha berdewam kir: "Herî dawî hebûna tarî ya bi navê DAIŞ'ê mîna berhemeke têgihiştina desilatdarî û talanê derket. Keda mirovan desteser dikin, hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Ji ber vê yekê divê li dij vê hebûna dijmirovahî seferberiyeke çekdarî hate destpêkirin."
'Li Başûr parastina xweser pêwist e'
Gerîlaya YPJ'ê Nesrîn Temir tevkujiya Şengalê bibîrxist û bal kişande ser girîngiya parastina xweser û wiha axaftina xwe domand: "DAIŞ beriya hertiştî dijminê jinê ye. Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye. Çavkaniya civaka azad e. Ji ber vê yekê jî êrîşên herî tund ê DAIŞ'ê li ser jinê ne. Li dij vê yekê divê jin xwe biparêze û rêxistinbûyina xwe ya xweser pêk bîne. Bêgûman parastin tenê bi çekê nabe. Parastin bi yekîtiyê dibe, bi rêxistinbûyînê dibe. Ji bo tevkujiyên mîna Şengalê pêk neyên divê em karibin xwe biparêzin. Îro DAIŞ heye, lê sibê hêzên din ên mîna wê wê derkevin. Îro li Rojava heye, sibê li cihên din ên Kurdistanê wê derkevin. Her mirov, her jin, her tax, her gund û bajar divê parastina xweser birêxistin bike. Ji bo başûrê Kurdistanê jî parastina xweser ferz e. Şehîdên me yên Başûrî şehît Rengîn û şehîd Nîgar di vê mijarê de remz û sembol in."
YPJ yekîtiya herî bihêz a jinan e
Temir ku got, "YPJ ne tenê hêza Rojavayê Kurdistanê ye" axaftina xwe ya li merasîma Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ehmed wiha domand: "Li Kobanê di kesayeta şehîr Arîn Mîrkan de pêşengiya jinê derkete asta herî jor. Di nava YPJ'ê de mînaka şehîd Destîna ya ji Başûr jî heye. Li Rojava di nava YPJ'ê de di asta herî jor de têkoşîn meşand û bi lehengî şehîd ket. Ji Bakûrê Kurdistanê rêheval Sarya hebû, li Rojava berxwedaneke bêhempa nîşan da û bi qehremanî şehîd ket. Herî dawî ji Rojhilatê Kurdistanê Viyan Peyman heval hebû, bi dengê xwe yê xweş dihate naskirin. Li Kobanê heta dawiyê têkoşiya û bi lehengî şehîd ket. Ne tenê çar parçeyên Kurdistanê, ji gelên din jî beşdariyên nava refên YPJ û YPG'ê çêbûn û beşdarî berdewam dikin. Heval Sarya bi eslê xwe Tirk bû. Di nava YPJ'ê de berwedaneke mezin nîşan da û gihişt şehadetê. Rêheval Îvana ji cihekî gelekî dur hatibû, di nava YPJ'ê de jiya têkoşîn meşand û ew jî bi lehengî şehîd ket. Ev mînak tev nîşanî me didin ku ya pêkhatiye ne tenê yekîtiya jinên Kurd e, yekîtiya jinên cîhanê ye. Divê ev hêna werê bihêztirkirin. Tenî bi vî rengî dikare êrîş û gefên heyî dikarin berteref bibin."
'Jinên cîhanê piştgiriyê bidin YPJ'ê'
Şervana YPJ'ê Nesrîn Temir got ji bo diyalog, parvekirina tecrûbeyê û hevgirtinê ew jinên Başûrê Kurdistanê divexwîne Rojava. Di dawiya axaftina xwe de Temir ev bang li jinên cîhanê kir: "Divê herkes piştgiriyê bide şoreşa jinan, ji ber ku jin ne tenê dikarin xwarinê çêkirin û zarokan xwedî bikin. Careke din hate îspatkirin ku jin hêze û dikare bibe îrade. YPJ mînaka vê ya herî ber bi çave.”
ROVAN REŞÎT/ROJNEWS/SULEYMANİYE