Serokê Serfermandariya Giştî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar bi talîmata Tayîp Erdogan bû Wezîrê Parastina Millî. Li şûna wî jî Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Guler tayîn kirin. Guler yek ji wan fermandaran bû ku biryara Komkujiya Roboskî dabû.   

Piştî dewleta Tirk derbasî sîstema Hukumeta Serokomariyê bû kabîneya wezîran jî hat hilbijartin. Kabîneya ji 16 kesan pêk tê û di nav de Hulusî Akar jî hebû ku Serokê Serfermandariyê Tirkiyeyê bû. Piştî tayînkirina Akar Serokatiya Serfermandariyê vala ma. Demildest Orgeneral Fermandarê Hêzên Bejahiyê Yaşar Guler tayînî Serokatiya Serfermandariyê kirin. Tayîna Serokê Serfermandariyê bi şanenava Serokomar Recep Tayîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di komkujiya Roboskî de rola wî heye

Orgeneral Guler ê ku bû Serokê Serfermandariyê dema Korgeneral bû, yek ji komkujiya herî xedar Komkujiya Roboskî 28’ê Kanûna 2011’an qewimî. Di komkujiyê de 17 jê zarok 34 kes bi bombebarana balafirên şer jiyana xwe ji dest dan. Dema biryara fermana bombeberanê di civîna Serfermandariyê de tê girtin Yaşar Guler Serokê Îstîxbarata Serfermandariyê bû. Piştî ku biryarê ji Serokê Serfermandariyê Necdet Ozel re şandin bi erêkirinê re bombebaran pêk hatibû.

Li gel vê komkujiya herî giran a Roboskiyê jî di derbarê Guler de tu lêpirsîn nehat vekirin û her ku çû erka wî bilind kirin.

Birayê wî jî ji AKP’ê bû

Birayê Guler, Atîlla Guler ê albayê teqewît di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de li Bayburtê bûbû bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê.

 

 ENQERE