Bi minasebeta lidarxistina cara 50’emîn a xelata Man Booker ku li dinyayê yek ji xelatên herî bi prestîj a wêjeyê ye, îsal xelateke taybet hate dayîn. Xelata ku navê wê Man Booker a Zêrîn bû, romana Michael Ondaatje ya bi navê “The English Patient” (Ingilîzê Nexweş) wergirt.

Îsal ji bo 50’emîn sala xelatdayînê pêşbaziyeke taybet ji nav berhemên berê hate lidarxistin. Encama pêşbaziyê dengdayîna gel diyar kir ku “The English Patient” bû yekemîn.

Êvara 8’ê vê mehê bi merasîma li The Royal Festival Hall a Londonê lidarketî de ev xelat hate dayîn. Ji bilî “The English Patient” romana  V.S. Naipaul “In a Free State,” romana Penelope Lively “Moon Tiger,” roman Hilary Mantel  “Wolf Hall” û romana George Saunders “Lincoln in the Bardo” ketibûn fînalê lê romana Michael Ondaajte bi ser ket.

Beriya niha jî hêjayî xelatê hatibû dîtin

Romana “The English Patient” (Ingilîzê Nexweş) di sala 1992’yan de xelata Man Booker jî bi dest xistibû. 4 kes di çîroka sereke ya romanê de ne, rêya wan di Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de digihîje hev. Derhênerê sînemayê Anthony Minghella di sala 1996’an de ev roman kiribû fîlm û fîlmî 9 Oscar bi dest xistibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN