Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ji ber xebatên pirzimaniyê û piştgiriya da wêje û nivîskaran xelata piştevaniyê da Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş. Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Azad Heme Emîn, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatê Faruk Balikçi û endamên Meclîsa Şaredariyê Surê tevlî merasîma li avahiya şaredariyê pêk hat, bûn. Di merasîma xelatê de Emîn axivî û diyar kir ku li ser navê hemû komeleyên li Herêma Federal a Kurdistanê ji ber xebatên Demîrbaş vê xelatê didin û serkeftinê jê dixwazin. 


'Hîsên yekîtiyê hene'
Demîrbaş jî ji ber endamên sendîkayan li Amedê ne keyfxweş in û wiha got: "Niha hîsên yekîtiyê hene. Me demên berê derbas kirin" Demîrbaş, diyar kir ku ew dixwazin biratiya gelan hebe. Demîrbaş, anî ziman ku ew dixwazin hemû gelên din mafên xwe bikarbînin û wiha axivî: "Em dixwazin gelê Kurd jî hemû mafên xwe bikar bîne."
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojavayê Faruk Balikçi jî diyar kir ku ji salên 1990'an heta niha diçe wê herêmê û rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Kurdistanê ji wan re gelek bûne alîkar.
Pişt re ji Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş re ji ber xebatên kirin xelat hate dan. Serokê Parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkukî jî ji Demîrbaş re Şîltî şand.

AMED