Di resepsiyona ji rêûresmê ya Newrozê ya Parlamena Ingilîstanê de, Xelata Serkeftinê dan Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Besîme Başar.
Di resepsiyona îsal de 65 parlamenter beşdar bûn û di nav wan de serokê muxalefeta sereke yê Partiya Karker, Jeremyy Corbyn jî hebû. 7 endamên mala lordan, gelek şaredar û bi sedan kes beşdarî resepsiyonê bûn.
Resepsiyona Newrozê bi piştgiriya Centre for Kurdish Progress, AKEE û Meclîsa Gelê Kurd hate lidarxistin.
Serokê Partiya Karker, Jeremy Corbyn xelata serketinê da Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, Besîme Başarê.
Başar di resepsiyonê de li ser wergirtina xelatê got, ew li ser navê hevalên xwe jî vê xelatê distîne. Başar wekî din şanaziya xwe ji wê yekê îfade kir ku Kurdên li Brîtanyayê gelek xebatên baş dikin.
ANF / LONDRA