Ji ber ku îsal dosyeyên bo pêşbirkê hatin şandin ne li gorî pîvanên pêşbirkê bûn, ji aliyê lijneya pêşbirkê ve tu berhem nehatin pejirandin û îsal bes xelata rûmetê hat dayîn. Xelata rûmetê bo Tonguç Ok hat dayîn, ku Ok bi eslê xwe Tirk e û ji 1996’an girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birrîn û di girtîgehê de fêrî Kurdî bûye û dest bi wergêriyê kiriye. 

Mêvanê rûmetê yê pêşangehê Ehmed Huseynî, nivîskar û lêkolîner Faîk Bulut, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz, helbestkar Berken Bereh, dayik û xwişka Arjen Arî jî di nav de bi dehan nivîskar û wêjehez beşdarî merasî bûn. 

Di merasîma xelatdayînê de pêşî yek ji endamê lijne û juriyê yê pêşbirkê helbestkar Berken Bereh axivî. Bereh li ser kesayetiya Arî ya wêjeyî rawestiya û got, “Arjen Arî li gel êş û bobelatên vê xakê di edeba xwe de estetîkeke Kurd destnîşan kiriye. Ez wek heval û hevçerxê wî serbilind im ku li ser navê wî cara 3’yemîn pêşbirka helbestê tê lidarxistin.” 


‘Bê Xweda dibe, bê ala nabe’

Bereh da zanîn ku Arî ew kes e ku wek neviyê Xanî û hevçerxê Ehmed Huseynî û dewamiya Cegerxwîn û Osman Sebrî ku digot bavên, kalên min in xwestiye vî zimanî li hemberî pêlên asîmlasyonê biparêze û weha axivî: “Ji ber vê jî ez dibêjim Arjen Arî nemiriye, di nav me de ye. Belkî bi bedena xwe ji nav me bar kiribe lê bi hişmendî û feraseta xwe û bi dilê xwe êdî bûye parçeyek vê axê, ku digot ‘Bê Xweda dibe, lê bê ala nabe. “

Her weha Bereh wek endamekî juriyê bo pêşbirkê sedemên nepejirandina dosyayan jî vegot. 


Xelatê Rûmetê dan Tonguç Ok

Piştî Bereh mêvanê rûmetê yê 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Ehmed Huseynî xelata rûmetê li ser navê Tonguç Ok berpêşî nivîskar û edîtorê beşa Kurdî yê Weşanxaneya Evrenselê Îsmaîl Dîndar kir. 

Piştî berpêşiya xelata rûmetê Dîndar axivî. Dîndar pêşî silavên Ok pêşkeş kir û qala Tonguç Ok kir. Dîndar weha axivî: “Ji roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûye heta niha ne min dîtiye ne jî min bihîstiye mirovekî Tirk klasîkê bîrdozî ên wek Marks û Stalîn ji zimanê resen wergerandiye, lê Tonguç wergerandiye Kurmancî, ku bi Kurmanciyeke pir xweş û zelal. Tonguç berê nivîsên xwe bo redaksiyonê bo min dişandin. Lê îro hevalên Tonguç ên di hucreyên cîranê wî de ku ji ber têkoşina Tevgera Kurd cezayê muebetê xwarine, redakteya werger û nivîsên wan ên bi Kurdî Tonguç dike.” 


‘Em şoreşgerên Tirk deyndarê gelê Kurd in’

Dîndar diyar kir ku Ok mirovekî wisa ye ku van tiştan wek tiştê ji rêzê dibîne û got, “Tonguç dibêje ‘Em şoreşgerên Tirk, ên cîhanê li hemberî gelê Kurd deyndar in. Em çi bikin jî em nikarin vî deynî baş bidin. Ez bi vê mebestê tevdigerim.’ “

Dîndar berhemên ku heta niha Tonguç Ok wergerandine Kurdî jî weha rêz kir; ‘Manîfestoya Komunîst, Marksîzm û Pirsgirêkên Neteweyî, Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanzaniyê û Divê Çi Bê Kirin. ‘ 

Xelatdayîn bi sînevîzyoneke arasteyî jiyana Arjen Arî bi dawî bû. 


 AMED