
Di beşa juriya nûçeyên kurdî de Mizgîn Bîngol, Leyla Ayaz, Azîz Ogur, M. Alî Ertaş û M. Emin Yildirim cih girtin. Di juriya nûçeyên tirkî de Nadîre Matar, Ertugrul Mavîoglu, Fatîh Polat, Berat Gunçıkan, Huseyin Aykol cih girt. Di di juriya wêneyê de Ramazan Ozturk, Gultekin Tetik, Îsa Çelîk, Çerkes Karadag, Hacer Persidat cih girtin. Di jûriya karîkaturê de jî Tan Oral, Gulay Batur, Sarkis Paçacı, Halil Încesu cih girt. ji bo pêşbirka îsal de gelek serlêdan hebûn.
Nûçeya kurdî
Di beşa nûçeya kurdî de nûçeya bi navê; “Ji bo bilindahiya rojê ku ji rojhilat hiltê mînakek: Komunên Gundan” nûçegihanê DÎHA’yê Abdurrahman Gok û Samî Yilmaz hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Juriyê Nûçeya Kurdî jî bi nûçeya, ‘Pilingê Kurdistanê” hêjayî nûçegihanê ANF’ê Abdullah Bîlen hate dîtin.
Nûçeya tirkî
Di beşa nûçeya tirkî de jî ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê nûçegihan Mutha Çetîn û Evrîm Kepenek hêjayî xelatê hatin dîtin. Çetîn û Kepenek bi nûçeya bi navê, “Tecawuza Leşkeran a 66 rojan dewam kir” beşdarî pêşbirkê bûbûn.
Xelata Jûriyê Nûçeya Tirkî jî ji bo nuçegihanê Gazete HaberTurkê Îlyas Akengîn ji bo nûçeya bi navê, “Me tecawuz kir, tu xwe daliqîne”
Wêne û Karîkatur
Di beşa wêneyê de xelat ji bo Selahattin Sonmez ji ber wêneyê bi navê, “Sen Yanmazsan Ben Yanmazsam” (Tu ne şewite, ez neşewitim) hêjayî xelatê hate dîtin. Sonmez di rojnameya Hurriyet Daily News de dixebite.
Juriyê Wêneyê Ramazan Yavuz ê bi navê, “Du rûyên Başûr-rojhilat ê nayên guhertin: Dijwarî û xizanî” jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît. Ramazan Yavuz di Ajansa Nûçeyan a Dogan de dixebite.
Juriyê beşa karîkaturê xelata yekemîn da Mûsa Keklîk. Musa Keklîk ku di sala 1981’ê de li Sêrtê ji dayik bû di sala 2000’an de di kovarên mîzahê de dixebite. Beşdarî gelek pêşengehan bû.
Her wiha xelata taybet a juriya karîkaturê jî ji bo Murat Îpek hate dayin. Murat Îpek hê jî di Girtîgehê de ye.
Ji bo Banu Guven xelat
Xelata Gurbetellî Ersoz ji ber hest0yariya xwe ya di warê pirsgirêka kurd de bernamevan Banu Guven ku ji ber pirsgirêka kurd dianî rojevê neçar ma ji televizyona dixebitî derkeve hêjayî xelatê hate dîtin.
Mazlûm Erencî nehat jibîrkirin
Xelata Çapemeniya Azad a Rûmetê jî ji bo malbata Mazlûm Erencî ku di encama şerê li Dêrsimê hêj di 17 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da hate dayin. Mazlum Erencî hêj di zaroktiya xwe de ked dabû çapemeniya Kurd.
Her wiha Xelata Kedê ya Çapemeniya Azad ji bo MEYADER hate dayin. MEYADAR di nava salê de li gelek bajaran ji bo kişfkirina gelek gorên giştî xabat meşand û ev keda wê hêjayî xelatê hat dîtin.
Di 20’ê Îlonê de xelat hate dayin
Rojnamevan, nivîskar û saziyên hêjayî xelatê hatin dîtin dê di 20’ê Îlonê de li Amedê bi merasîmekê bigihîjin xelatên xwe. Her wiha bîranîna zanyarê kurd Musa Anter dîsa di 20’ê Îlonê de li Amed û Nisêbînê werin lidarxistin.
Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di sala 1993’an ji aliyê ‘Ozgur Gundemê’, di 1994’an de ji aliyê ‘Ozgur Ulke’, di sala 1995’an de ji aliyê ‘Yenî Polîtîka’, Di sala 1996’an de ji aliyê ‘Demokrasî’, di sala 1997 û 1998’an de ji aliyê ‘Ulkede Gundem, di sala 1999’an de ji aliyê ‘2000’de Yeni Gundem’, di sala 2001-2002’an de ji aliyê ‘Yedinci Gundem’, di sala 2003’an de ji aliyê ‘Yenîden Ozgur Gundem’, di sala 2004-2005 û 2006’an de ji aliyê ‘Ulkede Ozgur Gundem’, di sala 2007’an de ji aliyê ‘Gundem’, di sala 2008’an de ji aliyhe ‘Alternatîf’ û ‘Azadiya Welat’, di sala 2009’an de ji aliyê ‘Gunluk’ û ‘Azadiya Welat’, di sala 2010’an de ji aliyê ‘Ozgur Gundem’ û ‘Azadiya Welat’ ve hatin organîze kirin û dayin.
AMED