
Xelatên 23. Çalakiyên Çîrok û Helbestan ên Huseyîn Çelebî, şemiya bihurî bi merasîmekê hatin dayîn. Ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermenî, pêşbirka îsal diyarî qurbaniyên qirkirina 1915'an hat kirin.
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve ev 23 sal in tê lidarxistin, îsal li bajarê Elmanya Dortmûndê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin. Çalakiyên îsal diyarî qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan 1915 hat kirin.
Di merasîma xelatdayînê de tevî bi sedan xwendekaran, Kurdên ji bajarên derdorê jî amade bûn. Gelek nivîskar, helbestvan û siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn û hunermend, komên muzîkê jî derketin ser dikê. Li salona pêşbirkê, tevî wêneyên Huseyîn Çelebî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Zêdeyî 500 berhem hatin nirxandin
Di pêşbirka îsal de zêdeyî 500 berhemî hatin nirxandin û di beşên cuda de xelat hatin dayîn. Mîna her sal îsal jî berhemên girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê, zêde bûn. Ji ber ku piraniya serlêdêrên hêjayî xelatê hatin dîtin li girtîgehê ne, xelatên wan radestî xizm, heval û nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê hatin kirin.
’Gora Çelebî xira kirine’
Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî di merasîmê de axivî û bal kişnad ser Çalakiyên wêjeyî yên Hûseyîn Çelebî û got, ew bi van çalakiyan serbilind e.
Bavê Çelebî bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmanî û Zazakî û bi zimanê Elmanî axivî û got, "Ji bo çêkirina gora Huseyîn ez îsal çûm ser gora wî û min çêkir. Lê belê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, niha xera bûye."
23 sal in beşdarî çalakiyê dibe
Çelebî bibîr xist ku ev 23 sal in ew beşdarî çalakiyê dibe û got, "Ev 23 sal in ez tevlî vê çalakiyê dibim. Heta ku emrê min têrê bike ez ê tevlî bibim. Dem nîne, divê em azadiyê bînin."
Berhemên serketî hatin eşkerekirin
Di merasîmê de berhemên wêjeyî yên hîjayî xelatê hatin ditîn jî hatin eşkerekirin. Li gorî vê beş û kesên hêayî xelatî hatin dîtin ev in:
Kurmancî helbest: 1. Hebîb Aslan- Hestî, 2. Cîhan Kaynar- Mirinekî Instrumental, 3. Osman Akdag- Veke Sînga xwe xweskanî
Çîrok: 1. Yaşar Aksû: Xelweta Kalbûnê, 2. Cîhan Kaynar- Nalînên Xweşawaz, 3. Şerîf Polat- Bîra Bîbikan
Kirmanckî helbest: 1. Erîvan Mûşû- A Reqûîm , 2. Cengîz S.H Celîk- Desstan ser
Soranî helbest: Dara Azad Manesh
Tirkî helbest: Gozde Dîlek Guzel bi helbesta xwe ya bi navê "Sokuk Yerî" bû yekemîn, Emîne Akman Altûn bi helbesta "Oda-Varlik uzerîne" bû duyemîn, Huseyîn Aslan bi helbesta "Eskiyen Ellerîm" bû sêyemîn.
Çîrok: 1. Kerem Bakici- Oy Havar, 2. Narîn Yukler- Eve gîden yol, 3. Umran Duşunsel- Tek ayakkabi
Elmanî çîrok: Ken Merten
ANF/DORTMÛND