Xelatên pêşbirka çîrok û helbestan a Huseyîn Çelebî ku îsal ji bo bîranîna rojnamevan Mehmet Aksoy ku li Reqa´yê şehîd ketibû hate lidarxistin, hatin belavkirin. 

25. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, îsal cara yekemîn li paytexta Îngilistan Londonê pêk hat. Xelatên pêşbirkê bi şahiyekê hatin belavkirin û tevî nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran, ji welatên cuda yên Ewrûpayê bi sedan kes tevlî bûn. Îsal pêşbirk ji bo bîranîna rojnamevan Mehmet Aksoy ku ji Londonê tevlî YPG bûbû û li Reqayê şehîd ket hate lidarxistin. Ji ber vê yekê tevî bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî, malbata Mehmet Aksoy û dayika şervanê YPG yê Brîtanî Erîc Scurfîeld ku di sala 2015´an de li Rojava şehîd ket weke mêvanên rûmetê tevlî şahiyê bûn. 


´Xwedî li nirxên xwe derkevin´ 

Elîf Sarican, li ser navê YXK axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ewê têkoşîna Huseyîn Çelebî û şopdarên wî Mehmet Aksoy ji xwe re mînak bigirin û xwedî li bîranînên wan derbikevin. 

Piştî axaftinan, sînevîzyonek der barê jiyana Huseyîn Çelebî de hate nîşandan. Dûre jî bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî ku her sal tevlî şahiya pêşbirkê dibe axivî û got, “Ji ber ku ciwan vê têkoşînê bê navber dimeşînin em hîn jî li vê derê ne. Eger ev têkoşîn û dînamîzma ciwanan nebûya emê îro ne li vê derê bûna. Xwedî li nirxên xwe derkevin û ji cewherê xwe dûr nekevin.“ Rifat Çelebî her weha anî ziman ku ew rûmetê nîşanî hemû şehîdan û Mehmet Aksoy didin. 

Paşê der barê Mehmet Aksoy de sînevîzyonek hate nîşandan û beşdaran kêliyên hêstyar jiyan. Dûre der barê jiyan û têkoşîna Mehmet Aksoy û Huseyîn Çelebî de axaftin hatin kirin. Xwişka Mehmet Aksoy jî nameya wî xwend û beşdaran bi dirûşmên “Şehîd namirin“ bersîv dan.

Ji aliyê din ve di şahiyê de lîstoka şanoyê ya Henry Naylor a bi navê Angel (Melek) ku der barê jinên Kurd yê li dijî DAIŞ´ê şer dikin de hatibû amadekirin, hate nîşandan. 



Xelata Ciwantiyê dan Schmîd

Di şahiyê de xelatên îsal yê pêşbirkê li xwediyê wan hatin belavkirin. Pêşî di beşên cuda de xelatên wêjeyê hatin bilavkirin û paşê xelatin din hatin dayîn. Estella Schmîd, ku ev bi salane di nav tevgera Kurd de ked daye û di nav Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê de cîh digire, hêjayî “Xelata Ciwantiyê“ hate dîtin. 


Xelata hevaltiyê dan Campbell

Her weha Mark Campbell “Xelata Hevaltiyê“, dayika şehîdan Vasilikî Scurfîeld jî xelata “Dayika Salê“ wergirt. Campbell û Scurfield dayika Mehmet Aksoy û xwişka wî vexwendin ser dikê. 

Şahiya pêşbirkê, bi sitranên hunermend Tara Jaff, Mem Ararat û Suna Alan bi dawî bû.  


YENIOZGUR POLITIKA / LONDON 




Xelatek ji bo Mehmet Aksoy 



Di 25. Pêşbirka Çîrok û Helbestê ya Huseyîn Çelebî de berhemên ku hêjayî xelatê hatine dîtin eşkere bûn û xelatê wan hatin belavkirin. Di beşa Çîroka kin a Îngilîzî de Mehmet Aksoy bi çîroka xwe a bi navê “A Story în Three Languages/Bi sê zimanan çîrokek“ hêjayî xelatê hate dîtin. Aksoy, berî ku li Rojava şehîd bikeve bi demeke kin ev çîrok nivîsandibû. 

Berhemên din ku di pêşbirkê de xelat wergirtine weha ne: 


Xelata Kurmancî:

Riza Metîn- Têkoşîna Tîpên Qedexe

Mahmut Ronidar-Şirê Diya Dewletê

Yaşar Aksu-Qesra Zênî û Peykerên

 

Xelata helbesta Kurmancî: 

Siya Jandar-Etomolojiya Mirine

 

Xelata Çîroka Dimilkî:

İsmer Bor-Emozê Boranan

Ali Şeker-Amika Serfiroze û Ap Şekir  

 

Xelata helbesta Dimilkî: 

İbrahim Beyaz-Kewê

 

Xelata helbesta Soranî:

Cafer Ibrahim Resul-Kobanê

Kemal Zer-Dîmenek li Çiyayê Şengal


Xelata çîroka Tirkî:

Murat Kozat-Gar

Mehmet Nurî Ozen-Di Bin Dara Guhîjê de 

Eylem Kahraman-Rûyê din yê Madalyonê 

 

Xelata helbesta Tirkî: 

Edip Çam-Eşkiya

Mehmet Alî Boran-Ti Carî Qewsikê Xwe Daneyne Zarok 

Huseyin Aslan-Ev Ezman Me Nas Dike 

 

Xelata helbesta Elmanî: 

Laura Sherin Rebeca-Bam

Devrim Amed-Hunger

Halîl Cihan Karadağ-Euphrat

 

Xelata helbesta Îngilîzî: 

Şilan Keskin–Exiled Dreams (Xeyalên Hatine Sîrgukirin) 

Shie Raouf–The Art of Cutting Meat (Hunera Birrîna Goşt) 

Maash Frag Phattacharjee–Refugees (Penaberan)