Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz ku cara duyamîn e tê lidarxistin, pêr bi tevlîbûna welatiyên Li Wargeha Mexmûrê û pêşbiran bi dayîna xelatan bi dawî bû. 

Merasîma xelatdayinê di salvegera şahadeta Şehîd Denîz Firat yanî 8’ê Tebaxê de bi pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) hat lidarxistin.  

Di merasîma xelatdayinê de axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Koordînasyona YXA’yê Ozgur Amed ve hat kirin. Amed di axaftina xwe de destpêkê xêrhatin li hemû beşdarên ‘2. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat’ kir. Her wiha da zanîn ku ew weke YXA ji bo ku bikarin xwedî li bîranîn û keda şehîdan derbikevin û wan her tim bidin jiyandin di kesayeta Şehîd Denîz Firat de vê pêşbirkê li dar dixin.

Amed dawiya axaftina xwe de got; “Em car din rêheval Şehîd Denîz Firat bi rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li ber tevahî şehîdan ditewînin.”


Wekî ku salan e wê nas dikim

Piştî axaftina destpêkê endamê Jûriya Beşa Kurmancî-Zazakî Îrfan Babaoglu axivî. Babaoglu diyar kir ku her çiqas şexsen Şehîd Denîz Firat nas neke jî mirov dikare bêje wekî ku bi salane wê nas dikir û pêre hevaltî dikir xwe hîs dike. 

Piştre sinevîzyona ku li ser jiyana Şehîd Denîz Firat hatî amadekirin, hat nîşandan.

 

Malavahiya amadekaran

Ji malbata Şehîd Denîz Firat, birayê wê Cûma Yildiztan têkildarî ‘2. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat’ nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Di rastiyê de 8’ê Tebaxê roja şehadeta xwîşka min Sarya (Ayfer Yildiztan) û Denîz Firat (Leyla Yildiztan) e. Di rojek wiha de lidarxistina pêşbirkek bi vî awayî a ji aliyê YXA’yê ve em weke malbat pir şanaz û kêfxweş kirin. Kesên ku di vê pêşbirkê de ked dane û em spasiyên xwe ji wan re pêşkeş dikîn. Em weke malbat, bi wesîleya vê pêşbirkê hem Şehîd Sarya hem jî Şehîd Denîz Firat bi bîrtînin, weke malbat emê heta dawiyê li ser riya wan û bîrdoziya wan bimeşin. “ 


Pirtûka pêşbirka ewil wekî diyarî hatin dayîn

Her wiha pirtûka ji çîrok û helbestên ‘1. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat’ pêkhatî weke xelat ji nûnerên saziyên Mexmûrê yên weke Çapemeniya Mexmûrê, Meclîsa Gel a Demokratîk, Akademiya Ferhat Kurtay, Saziya Gaziyan, Tevgera Ciwanên Mexmûrê, Meclîsa Îştar, Bûroya DBP’ê a Hewlêrê hatin dayîn.

 

Malbata şehîdan hat xelak kirin 

Hêjayî gotinê ye Rêvebera Saziya Çapemeniya Mexmûrê Dîlan Şeval ku saziya herî dawî rêheval Şehîd Denîz Firat lê xebatên çapemeniyê dida meşandin, li ser navê saziyê laqiyê xelatê hat dîtin.

 Li ser navê tevahî şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê weke nûnertî ji 6 malbatên Wargeha Mexmûrê yên di refên YPS û YPS-JIN’ê de jiyana xwe jidest dayî xelat hatin dayîn.


Şehîd Denîz Firat

Rojnamevana şoreşger an ku xebatkara Çapemeniya Azad Denîz Firat di 8’ê Tebaxa 2014’an de di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê a li ser Mexmûrê de dema ku ji qada şer agahî radigihandin, jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad ve ev du sal e Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin. 


Berhemên hêjayî xaletê


Kesên di beşa çîrok û helbestan a zimanê Kurdî û Tirkî de derece girtine wiha ne;

 

Beşa Kurdî (Kurmancî)- Çîrok

* 1’emîn: Yaşar Aksu ji Amedê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Çîroka 7 roj û 7 şevan’

*  2‘emîn: Tajdîn Turan ji Zîndana Tekîrdağ Tipa T beşdar bûye navê berhemê: ‘Wêneyê Dawî’

*  2’emîn: Weysî Tallî ji Şirnex Qilaban ye, ji Wargeha Mexmûrê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Rêwîtiyek Ne Diyar’

*  3’emîn: Huseyîn Guçlu ji Zîndana Şakranê-Alîağa Îzmîrê Tîpa T beşar bûye, navê berhemê: ‘Qêrîn’


Beşa Kurdî (Kurmancî)-Helbest

*  1’emîn: Huseyin Guçlu Ji Zîndana Şakranê-Alîağa Îzmîrê Tîpa T beşar bûye,  

*  2’emîn: Cîhan Kaynar ji Muşê beşdar bûye

*  3’emîn: Ehmed Huseyî (Cîger Efrînî) ji Efrînê ye û ji Zîndana 2 ya Kocaelî a Tipa T beşdar bûye

 

Beşa Tirkî-Çîrok

* 1’emîn : Eylem Kahraman ji Almanya beşdar bûye, navê berhemê: ‘Zemyanî Upuzun Saçları’

*  2’emîn: Nîhat Tekîn ji Mexmûrê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Pusu’

*  2’emîn: Îlham Bakir ji Îzmîrê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Zaman-sızdı’

*  3’emîn: Cîhan Erdogan ji Holanda beşdar bûye, navê berhemê: ‘Nar-lır-ateş’

 

Beşa Tirkî-Helbest;  

* 1’emîn: Cîhan Kaynar ji Mûşê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Recm Edilmiş Şehir’

* 2’emîn: Meral Şîmşek ji Amedê beşdar bûye, navê berhemê: ‘Varoluşum Ben’

* 3’emîn: Eylem Kahraman ji Almanya beşdar bûye, navê berhemê: ‘Güvercinin Düşleri’

* 3’emîn: Meral Şîmşek ji Almanya beşdar bûye, navê berhemê: ‘Vurulduk Nergis Boyu’ 


 ROJNEWS/MEXMÛR