Li gorî medya Îsraîlê, Wîesel di 87 saliya xwe de rehmet kir. Wîesel sala 1928’an li Sîghetûl Marmatîeî yê Romanyayê ji dayik bû û sala 1944’an Naziyan ew şand Kampa Komkirinê ya Auschwitzê.
Piştî ku ji kampê hat rizgarkirin, li dû bidawîbûna şer koçî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kir. Li vê derê giranî da ser xebatên li ser Qirkirina Cihûyan. Wîesel hewl da qirkirin neyê jibîrkirin û piraniya romanên xwe li ser qirkirinê nivîsandin.
Romana bi navê ‘Şev’ a Wîesel ku qala bûyerên li Auschwitzê bi serê wî de hatî, yek ji berhemên wî yê navdar e. Elîe Wîesel, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî şîdet, zext û nîjadperestiyê, sala 1986’an hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin.
TEL AVÎV