Jurîya Xelata Nobelê diyar kir ku ji ber ku li kevneşopiya muzîkê tiştên nû û helbestî zêde kiriye, xelata Nobelê dane Bob Dylan.

Ji bo xelata îsal zêdetir navên sê kesan derdiket pêş: Ngũgĩ wa Thiong’o, Bob Dylan û Adonis. Lê komîteya xelatê herî dawî Bob Dylan layîqî vê xelatê dît.

Xelata Nobelê ya Wêjeyê ji 1901´an wir ve tê dayîn û heta niha 112 kes ev xelat wergirtin. Tenê ji wan 14 jin in. 


STOCKHOLM