Em di 8. Salvegera ZAP´ê de ne.
ZAP, navê qonaxek nû ye. Ji bo gelê Kurd mîladek e. ZAP, meydana cengê ye û biqasî cengên ku destîniya mirovaniyê guhertine, dîrokî ye. Wek her cengê, di vê cenga mîladî de, du alî hene, yek aliyê têkçûyî, yek jî aliyê serketî. Aliyê têkçûyî Serfermandariya Artêşa Tirk e. Aliyê serketî Gerilayên Kurd HPG´e û Hareketa Azadiya Kurd e.
Di salvegera 8. ya ZAP´ê de, Kurd li hemberî “formalist misilman” û “sîstema malîkane-kulliyatê” şer dikin. Ev navên serdema me nû û navên diktatorî û faşîzmê ne.
Di dîrokê de tevahiya siltan û diktatoran bi qesrên xwe navdar in.
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bi têkiliya DAIŞ´ê re, xelîfetiyek veşartî bijart. Dema çeteyên DAIŞ´ê, wek ewrên reş bi ser cîhana Kurdistanê de girtin, Tayyip Erdogan mala xwe guhaste Qesrê û wek “humayun”, piştre wek “kulliyatê” bi nav kir. Kulliyata Cuhmur!.. Ev, tê wateya bi navê cemahir siltanet û xilafetî! Ji bo meşrûkirina payeberziya siltaneta Xelife El Sani Sultan Tayyip Han Hz.lerî, her tişt hêdî hêdî, li gorî plan û projeyekê stratejîk tê meşandin.
Dîrok zanista teorîk e: Di şerê giştî yê li hemberî gelê Kurd de, di dorpêçan û komkujiya li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê de, du tişt derketin holê. Yek; otaga humayun, hêza siltan hz.lerî… Du; formalist misilman, eniya xelife el-sanî…
Teoriya dîrokê jî her dem li pêş e: Li Cizîra Bota destan hatin nivîsandin. Gelê Cizîrê û ciwanên Kurd, otagi humayun û formalist misilman têk birin. Cizîr, 3. serketina Zapê ye.
Zapa 2. Koban e. Em dewam dikin: Şerê li Sûrê dewam bike jî, Sûr bûye serketina 4. ya Zapê. Ne teorî RASTÎ: Artêşek hewqasî dikare rezîl bibe. Xelifetiyek, siltanetek hewqasî dikare rûswa bibe. Lewma min gotina «formalist misilman» bi kar anî. Heta doh bû, tiştê dihate ber devê Erdogan ji bo Serokê Misirê Sîsî bikar dianî, niha dixwaze Sîsî vexendî Tirkiyê bike.
Berî du-sê rojan Xelîfe el-Sanî Siltan Tayyip Han Hz.lerî, dîse li humayun-qesr-î siltan, fermanek nû da û berê xwe da parlamenterên HDP´ê. Parlamento jî bû eniya arêna şerê fîzîkî. Ev enî hinekî fereh e û di trans-formasyona Kurdan de dirêjî Başûrê Kurdistanê jî dibe. Li Bakur Kurdên bi ciher pirr hene. Lê Başûr çima bûye tilbêtê AKP´ê û Erdogan, nayê fêm kirin. Başûr, bi destê pêşeng û lîderên siyasî ketiye nava qeyranekê. Qeyrana aborî, siyasî û civakî, 3 şertên têkçûnê ne. Eger lîderên Başûr, bibin tilbêtê AKP´ê, wek «eyaleta AKP´ê û Erdogan» haraket bikin, têkçûn teqez e. Dilê mirov diêşe. Divê demildest, siyasetmedar û lîderên Başûrê Kurdistanê, dev ji hemû karan berdin û Machiavelli, yan jî Îbn-î Haldun, yan jî Îbn-î Batuta yê berberî û hwd. bixwînin. Elzem e û şert e!...
Em vegerin mijarê: Tirkiyê bûye dewletek ucube. Li dewleteke ku hiquq û siyaset nebe, her enî areneya şer e. Li Tirkiye ya ucube jî, rewş wisa ye. Doh Îttihadiyên spî, dibin navê kemalîzmê de, “tirkî spî” bûn, îro îttîhadiyên kesk, dibin navê îslamîzmê de, “tirkî kesk” in ; her du îttîhadî jî di kuştina Kurdan de digihine hev û tilbêtên wan jî Kurdên ne Kurd in.
Teoriya dîrokê rast dibêje: Paradigma temponê, di serketina Kobanê de têk çû. Formalist îslam jî, li Cizîr têk çû. Li Cizîr, Sûr, Hezex, Kerboran,Nisêbîn, Silopî, Şirnex û hwd. ji şerê Stalîngrad jî, ji şerê li Truva jî cûdatir in. Dîrok teorî ye û xuya dike; li Stalingirad, dewleta Rusya, Artêşa Rusya hebû û li dijî faşîzma Hitler şer dikir. Truva jî, bi xwe dewletek bû.
Teoriya dîrokê rast derket: Li Kobanê jî, li Cizîr, Sûr, Hezex û hwd. YPS û gel bi hêza xwe têkoşînê dikin. Ne dewletek, ne hêzek destekê didê, bi xwe, bi hêza xwe, şerê li dijî faşîzmê şer dikin.
Mixabin rastî ye… Faşîzma sedsalê ya Erdogan, AKP´ê û dewleta Tirk, ji hêzên navneteweyî, beşek ji Ewropa, ji Emerîka, NATO destekê dibînin… Eger Yekîtiya Ewropa, eger Neteweyên Yekbûyî, li gorî peymanên navneteweyî ku bûne bingeh û ala damezrandina wan, hinekî, misqal-i zerre bi wijdan tevbigerin, li hemberî qirkirinên Cizîr, Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê (qirkirina siyasî jî di nav de), li hemberî şewitandina koma mirovan di jêrzemînan de bêdeng namînin. Bêdengiya wan, tê wateya destekê. Tê wateya ku barbariyê, wandaliyê destek dikin.
Duyem: Saziya Pêşgirtina li Êşkencê CPT, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa li hemberî tecrîd-îzolekirina li Imralî bêdeng in. Bêdengî erê- iqrar e. Hevkariya suc e…
ZAP têkçûna çavkaniya Îttîhadî ye û li gorî teoriya dîrokê, veger çênabe. Çemê dîrokê ber bi pêş diherike… Teoriya bisiklêtê: Erdogan, pedalên bisiklêtê paş de dizivîrîne, ketin nêzîk e. Mînak; li Kobanê bi çeteyên DAIŞ´ê re, Erdogan û qesra kulliyatê, MIT û Serfermandariya Artêşa Tirk têk çûn. Di, lewlebaziya herêma tempon de, Tirkiyê bû dewleta tempon.
Dewleta Tirkiyê îro bûye dewletek bedesatanî û çarçî û mazatê, panayirek talangerî heye. Ev jî, disîplîna trans-formasyona ketî û lûtxweran e.
Emê li zanistiya medya gotineke din zêde bikin. Medya Tirkiyê, îro ne tenê duopoîst, ne tenê wek saziyên deregulasyonê, bi gotina Serge Halimi «kuçikên bekçî» ye û bûye çavkaniya efsûnbaziya ilozyonê.
Dipirsim: “Gelo Xelife el-Sani, Sultan Tayyip Han Hz.lerî wê çiqasî dikaribe bi medya ilîzyonîst gelên li Tirkiyê bixapîne.” Îslamîzasyona formalîst jî mirin e, osmanîtiya bêjî jî mirin e. Ev navê kefenê reş e.