Tirkiyê û desthilatdariya AKP'ê, li bakurê Kurdistanê sucê şer dike. Ji berdêla firinên Hîtler, “jêrzemînên wahşetê” ava kirin. Bi sedan mirov şewitandin, parçe kirin û winda kirin. Li Cizîrê suc kir, li Surê suç kir, li Kerboran suc kir, niha jî dixwaze li Şirnex, Silopî û Hezexê heman sucî bike. Piştî komkujiyên li Cizîrê, miha jî delîlên komkujiyan ji holê radike.
Mixabin vijdanê cîhan jî li hemberî qirkirina Kurdan kerrûkerrende ye.
Kurd bangê dikin, qîran didin, li tevahiya Ewropa çalekiyan lidardixin, dosya amade dikin û radestî berpirsiyarên YE dikin. Cîhanek lalûebkem heye!...
Dewlet û desthilatdariyên Tirkiyê, 40 sal in heman tiştî dike. Bîrên aside, bûne waqanivîsên salên 1990, 92, 93an; îro jî, jêrzemînên wahşetê bûne waqanivîs.
Beyannameya Mafên Mirovan ya Gerdûnî, ji 1 heta bi 12 xalan, ji bo mafê mirovan e. Peymana Mafê Mirovan ya Ewropa, bend 1 û 2, li ser mafê mirovan e. Piştî Konferansên Cinevê, Hiquqê Şer hate erê kirin û dibêje: “Di şerê bejahiyê de nexweş û birîndar têne derman kirin, sivîl têne parastin.” Bin pêkirina van xalan, sucê şer e û divê sucdar di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.
Serokê OHCHR, Office of the United Nations High Commiissiner for Rights-Komseriya Bilind ya Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Prens Zeyd bin Ra’ad, piştî dîtina fotografên wahşeta li Cizîrê, got; “Tirkiye vekirî hiquqê şer bin pê dike. Emê şandeyekê bişînin Cizîrê.”
Mehek derbasbû, wek rojnamevanekî, min ne bihîst ku Prens Zeyd Bin Ra’ad soza xwe aniye cih.
Ev jî bextreşî, yan jî rûreşî ye û berhemê sedsala navîn e. Xuya dike ku ev rûreşî û bextreşî radestî sedsala bîstûyekê jî hatiye kirin. Bi pêşengiya Kurdan, neynika dîrokê hate şikandin, gelan sir û razên di fulyona pişta neynikê de dixwînin, dîse jî merdûm-hari û gornebaşî dewam dike.
Çima? Li erdê yeksankirina navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê û firinên Hitlerwarî “jêrzemînên wahşetê” ne hatin dîtin û cîhan ketûm bû, lalûebkem bû. Saziyên navneteweyî ku xwedayê peyman û beyannameyan e û hiquqê gerdunî ne, komkujiyên li Cizîr, Sur û bakurê Kurdistanê ji nedîti ve tên.
Yekem car: Di 16.02.2016an de, Konseya Ewlekariyê ya NY, êrîşên Tirkiyê yên li dijî çeperên YPG û YPJ, kire rojevaxwe û bi biryarekê, du çûk kuştin. Yek, Tirkiyê gunehkar kir û got, êrîşên xwe bide rawestandin. Du, bi kar anîna navê YPG, PYD, statuya Rojava û kantonan di qada navneteweyî de meşrû kirin.
Piştî sed salî, Kurdan, bêqudoşiya “gelê bê avukat” berteref kir û çerxa felekê wajî kir, ew bixwe bûne avukatê xwe.
Piştî biryara Konseya Ewlekariya NY, dîktatorê sedsalê û helîfe-î sanî Erdogan car din har bû û qîrên şer dan, şantaja penaberan dubare kir. Erdogan wek mirovekî “merdûm har” haraket dike. Ji mirina mirovan têr nabe. Şerê Suriye gur û geş kir, piştre got, “deriyê min ji koçberan re vekiriye”, lê dema ku “Koban di nava du sê rojan de” ne ket û çete têk çûn, Derya Spî kire gorîstana penaberan.
Piştî têkçûna çeteyên DAIŞê, xelife-î sanî har bû, li Tirkiyê 4 bombeyên komkujiyê teqandin. Bi sê teqînan darbeyek sifîl pêkanî û îradeya gel xesp kir. Îro jî, parlamento berteref kiriye.
Bi teqîna 4. li Sultanahmed jî, mesaj da Ewropa. Ji teqîna komkujiyê bêhtir, şantaja Erdogan ya penaberan bandor li Ewropa kir. Rûşwet û bertîl danê Erdogan. Piştî biryara NY, heman şantaj dubare kir.
Mirovekî nexweş dikare hewqasî hewaş be û ji xwînê têr nebe.
Li Tirkiyê civakek nexweş, sewesî ucube derxiste holê. Di kêlîka ku serokwezîrê Tirk Ahmed Dawudoglu, di civîna Saziya Bilind ya Teknolojî û Zanistê de axivî û digot: Li cihekî ku azadiya raman lê nebe, zanist pêşnakeve”, rojnamevan Murat Bardakçi, di nivîsa xwe de, ji bo xelatgirê Nobelê romannivîs Orhan Pamukçû gotina “çûş be Orhan Pamuk çûş” bikar dianî, tolekê devê deriyê Erdogan ku bi îcaze bûye rojnamevan .
Di heman demê de, Serokê Hunandina Civakî Nureddin Yildiz, fetwa dida ku, keçikên 6, 7 salî jî dive tesetturê girêbidin û zarokên 3 salî jî nikarin bi tana terpê derkevin pêşberî apê xwe. Modoretorê televizona A Haber ya AKP'ê, Erkan Tan, kesê ku detshilatdarî û Erodgan rexne kir, di ekranên televizyonê de dibin tifê de hişt û got, “ef tif dikime rûwê te”, tolekê devê deriyê Erodgan Cem Kuçuk jî, derdor tehdîd dikirin.
Parlamenterê CHPê Fikrî Saglar, ku em dibêjin bi aqil e, fehman e, xwedî fikir û sewdan e, bêyî komkujiyên li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bibîne, bêyî jêrzemînên wahşetê wek şeqamekê lû devûrûwê AKP'ê bide, dibêje: AKP têk diçe, lê Tirkiyê ber bi gomkirina di teqanê de dibe.
Ez naxwazim mînakên zêde bidim.
Lê nokteyek giring û rûreşiya cîhanê: Tirkiye, Erdogan, MÎT û AKP'ê, bi şerê li dijî Kurdan de, ji çeteyên hov ji Helebê anîn, perwerde kirin û bi çek û cebilxane kirin û di şerê li dijî Kurdan de bikar anîn. Ajanên hêêzn global, li Rojhilata Navîn cirîdê diavêjin. Lê, kiryara bêbext û rûreş ji nedîtî ve hatin. Çeteyên ku li darî çavên cîhanê, sere mirovan jêkirin, komkujî kirin, qirkirina kulturî kirin, li Iraqê, Suriye, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, kevir li ser kevir ne hiştin, îro li bakurê Kurdistanê, dibin sîwana AKP'ê de Kurdan qirdikin. Çeteyên ku hatin kuştin jî, bi balafiran şandin Qatar û Erebîstana Siudî.
Serî nexweş be, beden, çav û gav û dest jî nexweş in.