ALİ GÜLER


Di dîroka gerîlayê Kurd de, heyanî niha ‘Bêrîtan’, ‘Eyna bejnê’, ‘Dema jin hez bike’, û gelek fîlmên din li çiyayên Kurdistanê hatine çêkirin. Di bin van fîlman gişan de îmzeya Xelîl Dag, heye. Her çiqas me ew bi fîlmê ‘Bêrîtan’ nas kiribe jî mora wî li bin gelek berhemên hunerî yên gerîla heye û di vî warî de bûye pêşeng.

Xelîl Dag… Wî dixwest bi vî navî were naskirin. Çiya wek parçeyek jîyana xwe ditît û ji xwezaya Kurdistanê jî hez dikir. Ji bilî vê herêmê di cîhanê de ji xwe re cihekî din ji bo lê bijî qebûl nedikir. ji ber vê jî  ‘Dağ’ yanî ‘Çiya’ wek paşnav ji xwe re hilbijartibû. Dema mirov li jiyana wî binêre jixwe giraniya wî ya evîna çiyayan bi awayekî berbiçav dibîne.  

Xelîl Uysal an jî bi navê wî ji xwe re hilbijartî Xelîl Dag, di 1973’yan li Elmanyayê ji dayik bû. Bavê wî ji Îzmîrê dayika wî jî Agiriyê ye. Lê jiyana Xelîl Dag, li Frankfurt a Elmanyayê derbas dibe. Piştî xwendina xwe 1995’an bi komek rojnamevanên Elman re wek kameraman diçe çiyayên Kurdistanê. Wê demê Xelîl Dag, 22 salî ye. Piştî vê yekê Xelîl biryarê dide û li çiyayên Kurdistanê dimîne. Xelîl, bi wênegir, kamera û  penûsa xwe gelek berhemên hûnerî afirandin. Wêneyên herî xweş ên xwezaya Kurdistanê, jiyana gerîlayan wî girtin. Çîroka wan nivîsand û bi dîmenan ew nîşanî gelê Kurd dan. Heta dawiya jiyana xwe, 1’ê Nîsana 2008’an ev karên xwe domandin.


Şoreşger, rojnamevan û nivîskar jî bû

Ewqas kar têra hêstên Xelîl nekir, wî berê xwe da sînemayê. Li çiyayên Kurdistanê bi kameraya xwe dest bi karê sînemayê kir. Ev biryar û hewldana wî bêguman bi xwe re heyecaneke nû tîne. Kurtefîlman çêdike, belgefîlman saz dike. Ew êdî di nava sînemayê de ye.

Lê gava xwe ya herî mezin bi fîlmê ‘Bêrîtan’ diavêje. Cara yekemîn Xêlîl Dag bi vê fîlmê belav dike navê xwe. Di nava hemû Kurdan de tê naskirin. Wê dema ku dîmenên fîlma ‘Bêrîtan’ dihatin girtin, hêdî hêdî sînemaya Kurd di qada navneteweyî de ji xwe re nasnameyek çêdikir. Di vê demê de Xelîl Dag, di nava bêderfertiyê de di sînemaya Kurd de tovê nasnameya ‘Sînemaya Çiya’ avetibû. Êdî ev nav hatibû avakirin. Xelîl Dag ne tenê derhênerek bû. Ew di heman demê de şoreşger, rojnamevan, nivîskar û hunermendek jî bû. Wî li serê çiyayên Kurdistanê ne tenê fîlm çêkir, di heman demê de bi xwe re ‘Sînemaya Çiya’ afirand. Bi fîlma xwe re jiyana gerîla anî ser perdeya spî a sînemayê. ‘Bêrîtan’, ‘Dema jin hez bikê’, ‘Eyna bejnê’… bi van fîlman Xelîl Dağ, mora xwe li sînemaya Kurd xist. Gelek şagirt perwerde kirin û tovê sînemayê avêt. Pîştî şehadeta wî gelek şagirtên wî ji bo bibîranîna wî belgefîlm çêkirin û li çiyayên Kurdistanê di nava ‘Sînemaya Çiya’ de cihê xwe girtin.  

Ev roja me jî dewam dike. Dêrsim Zerevan yek jî şagirtên Xelîl Dag ê. Zerevan derhêneriya ‘Jiyana min her dem şer bû: Sara’ kir. Fîlm behsa jiyana Sakine Cansız dike. Ev koma ‘Sînemaya Çiya’ van rojan jî li ser hinek fîlmên din kar dike. Di 9’emîn salvegera şehadeta Xelîl Dag de şagirtên wî li ser şopa wî dimeşin...


aliguler1926@gmail.com