Li bajarê Hesekê civîna Meclisa Gel a Hesekê ya duyemîn bi beşdarbûna hemû endamên meclisên taxan û komîteyên xizmetan ya bajêr hate lidarxistin. Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Aldar Xelîl beşdarî civînê bû û diyar kir ku li hemberî hemû astengiyan û ambargoyê gelê kurd wê bi ser keve.
Li Rojavayê Kurdistanê di sazkirina xweseriyê de meclîsên gel li hemû bajaran xebatên berfireh dikin. Civînên Meclîsên Gel ku hemû neteweyên li Rjavayê Kurdistanê kurd, ereb, ermenî û asûrî tê de cîh digirin, bi awayî rêk  û pêk tên meşandin. Meclîsa Gel a li bajarê Hesekê jî civîna xwe ya duyemîn pêk anî. Tevî endamên meclîsê, endamên komîteyên xizmeta gel a Hesekê jî beşdarî civînê bûn. Di destpêka civînê de ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. 


´Em ê li dijî êrîşan têbikoşin´
Edamê Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl jî di civînê de cîh girt. Xelîl di di axaftina xwe ya civînê de diyar kir ku di vê dema hesas û dîrokî de ewê hîn zêdetir girîngî bidin xebatên rêxistinbûnê. Xelîl bal kişand zexmetî û berdelên ku gelê kurd ji bo azadiyê daye û weha axivî: ''Salek û neh meh bi ser şoreşa li Sûriyeyê re derbas bû, xelkên li Sûryeyê ji bo şoreşê bedel dan. Şoreş kete rewşeke ku şer û pevçûn zêde bûye. Komên çekdar pir bûne, ji ber êrîşên van koman yên li dijî gel xetere heye ku şerê navxweyî derbikeve. Ji ber vê yekê em bi hemû hêza xwe em ê li dijî şerên wiha têbikoşin û rê din şerê navxweyî''.

Bi ambargo siyasî ye

Xelîl destnîşan kir ku pêdeviya wan bi jiyana biratî heye û got: “Divê em hemû netewên ku bi me re dijîn tevlî projeyeyên xweseriyê bikin.” Xelîl rewşa aborî ya xerab ku gelê Rojavayê Kurdistanê pê re rû bi rû ye jî nirxand û got, ''Sedema rewşa xirab, zexmetî û astengiyên gelê me dijî ambargoya li ser Rojava ye. Bi ambargoyê dixwazin li ser me ferz bikin ku  li gorî xwe gelên me bi xwe ve girêbidin. Ji ber vê yekê vê siyasetê dimeşînin. Rejîm jî li ser gel ev siyaset meşand, lê wê siyaseta ambargoyê bi ser ne keve. Wê tevî hemû astengî û ambargoya tê meşandin gel paş ve gav neavêje, xebatên xwe bike û wê bi ser bikeve".

Divê hemû beş cîh bigirin

Piştî axaftinan, Cîgirê Serokê Meclisa Gel a Bajarê Hesekê Hejar Mehmûd der barê xebatên meclîsê de agahî da. Dûrê jî beşdarên civînê nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê xebatan de anîn ziman. Di axaftinan de rola meclîsan a di sazkirina xweseriyê de hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku divê hemû beşên civakê û neteweyên li Rojava di meclîsan de cîh bigirin. Beşdarên civînê her weha ji bo jiyaneke aram, azad û wekhev girîngiya biratiya gelan jî destnîşan kirin û anîn ziman ku ewê vê biparêzin. 

ANF/HESEKÊ 




Meclisa gund hate avêkirin

Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk û xwerêxistinkirinê de li gundê Girkê Legê yên Gulîce Meclîsa Gel hate avakirin.
Li gundê Gulîce ya Girkê Legê piştî civîneke Meclîsa Gel hate sazkirin. Di civînê de Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer li dijî ambargoya ku rêveberiya başûrê Kurdistanê li hemberî Rojava dimeşîne nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku sînor li dijî berjewendiya netewî û yekîtiya gelê kurd e. Koçer li hemberî ambargoyê banga hestyariyê kir.
Koçer behsa giringiya avakirina meclisan kir û diyar kir ku meclisên ku hatine avakirin ji şêniyên gund pêk tên, ji ber wê bar dikeve ser milê endamên meclisê bi giştî. Koçer anî ziman ku ew ê bi cîhanîna pêdiviyên meclîsan hewl bidin ku hemû pirsgirêkan çareser bikin.
Paşê Endama Yekitiya Star Zinarîn Rûken axivî û girîngiya hebûna jinan a di meclîsan de destnîşan kir. Rûken anî ziman ku jin bi hêza xwe wê di nav meclîs û hemû xebatên rêxistinî de roleke çalak bilîze û pêşengiya civakê bike.