Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî û got, her tişt wê li gorî dilê Erdogan nemeşe.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser gefxwarina dewleta Tirk a li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî axivî, îdîaya wê ya bi navê ’herêma ewle’ destnîşan kir û got, “Dema ku em van gefxwarina dewleta Tirk li ber çav bigirin, hingê li dijî dewleta Tirk pêdiviya me bi ‘herêmeke ewle’ heye, ne ya Tirkiyê.
Ji bo herêma ewle du pêşnûme
Xelîl qala hevdîtinên di vî warî de jî kir û hebûna du pêşnûmeyan diyar kir û got: “Tirkiye dixwaze li seranserê sînor bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometreyî ‘herêmeke ewle’ ava bike û Rêveberiya Xweser têk bibe. Jixwe ev yek wê nebe ‘herêma ewle’ wê bibe ‘herêma neewle’ û dagirkerî. Di heman demê de dibêje ‘ez ê bikevim herêmê’. Dixwaze mîna Efrînê bike û çeteyên xwe li herêmê bi cih bike.
Pêşnûmeya diduyan
Ji bo pêşnûmeya duyemîn jî Xelîl got, “Di her firsendê de em dibêjin, em şer naxwazin, em li welatê xwe ne û zerara me negihîştiye kesî û em di vê çarçoveyê de tevdigerin. Pêşniyara me jî ew e ku tişta bi navê ‘herêma ewle’ bi kûrahiya 5 kîlometreyî be û li derveyî bajaran be. Hêzên li wê herêmê jî divê hêzên xwecihî bin. Hêzên koalîsyonê dikarin li herêmê li dewriyê bigerin. Ne Tirkiye lê belê divê di kontrola hêzên navneteweyî de be.”
Êriş wê DAIŞê zindî bike
Xelîl bal kişand ser tevgera zêde ya DAIŞê bi gefxwarinên Erdogan re û got, “Êrişeke muhtemel wê bibe sedem ku DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. Mesela, eger êrîş bê kirin wê hêzên QSD’ê giraniyê bidin ser xeta eniyê û wê demê wê DAÎŞ’iyên li girtîgehan û kampan çawa bên kontrolkirin? Dibe ku Erdogan bixwaze wan rizgar jî bike. Ji bo vê jî topekê du topan biavêje girtîgehan bes e. Wê demê ne tenê ewlekariya vê herêmê, wê ewlekariya tevahiya dinyayê bikeve metirsiyê.”
Qada hewayî di kontrola koalîsyonê de ye
Di mijara qada hewayî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de Xelîl got, “Kontrola qada hewayî ya vê deverê û ya Efrînê ne weke hev in. Kontrola qada hewayî ya vê deverê di destê koalîsyonê û DYE’yê de ye. Bêyî destûra wan ti welat nikare bikeve vê qada hewayî.
ERSÎN ÇAKSÛ / NAVENDA NÛÇEYAN