Rewşenbîrê Kurd û yek ji damezrînerê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê, Xelîl Menan Seîd pêr jiyana xwe ji dest da.

Kesayeta welatparêz Xelîl Menan Seîd ku li kantonê bi navê  “Siyamend Efrînî” dihat naskirin, ji navçeya Mabata û ji mezheba Elewî bû. Xelîl di destpêkirina avakirina Tevgera Azadiya  Kurdistanê de, tevgerê nas dike û bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor dibe.

Xelîl Menan Seîd yek ji damezrinerê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê ye û li ser dîrok û felsefê xwendiye.

Hat ragihandin ku rewşenbîrê Kurd Xelîl Menan ê 76 salî pêr sibehê, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Xelîl li navçeya Mabata hate veşartin. 


ANHA/EFRÎN