Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ku 50 berxwedêran daye destpêkirin di roja 6’emîn de bi coşek mezin didome. Berxwedêr ên ku saet di 10.00’an de li cihê çalakiyê dest bi rojê dikin, rojevê jî ji rojnameyên Azadiya Welat û Ozgrulukçu Demokasî dixwînin û hin berxwedêr jî di rojnivîsên xwe dinivîsînin. Pêşmalkên li ser çalakvanan ku di rojên ewil de tenê bi posterê Ocalan li ser bû niha jî nivîsên “Tecrît sucek mirovahiyê ye”, “Azadiya Ocalan azadiya me ye”, “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” û “Ocalan hebûna me ye” hatin nivîsandin. 

Li aliyê din her ku diçe çalakiya berxwedêran rastî eleqeyek mezin tê û bi sedan welatî û rêveberên saziyan berxwedêran ziyaret dikin. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û heyeta pê re, xebatkarên Navenda Çanda Mizgîn a Êlihê, şanoger, Pîr û Dayikên Ocaxên Zarokên Dêrsîmê û bi sedan welatî berxwedêran ziyaret kirin û li rewşa wan pirs kirin û piştgiriya xwe ji bo wan anîn ziman.  


 AMED