Li Bakurê Sûriyeyê xelkê li Dêrîk, Tebqa, Minbic û Hesekê cenezeyên şehîdan bi merasîmên girseyî veşartin.
Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Golge (Hogir Bektaş) ku 21’ê Cotmehê li Qamişlo ji ber nexweşiya dilê şehîd bûbû bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Xebat veşartin.
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Hesen El-Raşîd (Ebû Salih) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi merasîmekê li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Xelkê Minbicê jî cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Elî Îdo Mehmûd û şervanê Ceyş El-Siwar Mihemed El-Iweyîd ên ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn,bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê defin kir.
Li Hesekê jî xelkê Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Xelef (Xebat), Muhîb Mihemed (Mêrxas) û Hemed Xillêf (Egîd) ên şervanên QSD´ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN