Bi armanca protestokirina politîkaya penaberiyê ya Serokê Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê Donald Trûmp li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Çalakî bi dirûşmeya ‘Divê malbat bihevre bin’ hatin lidarxistin. Yek ji çalakiyên herî mezin li Washîngtonê li parka nêzî Qesra Spî hate kirin. Trûmp jî li Bedmînster a nêzî New Yorkê lîstika golfê dileyîst. Malbatên wan ji hev diqetîne Li New Yorkê bi hezaran kes li başûrê Manhattan li hev civiyan û ber bi taxa Brooklynê ve meşiyan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘ICE’yê (polîsên penaberiyê) betal bikin’ , ‘New Yorka me New Yorka koçberan e’ û ‘Divê malbat bi hev re bin’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Bi dengek bihêz û bilind ‘penaber hûn bixêrhatin’ hate vekirin. Serokê DYE Trûmp, li ser nerazîbûna li tevahiya welêt û welatên cîhanê hatî, biryarnameyeke ku zarokan ji malbatên wan diqetîne qedexe dike mohr kiribû. Xebateke fantastîk Li DYA’yê polîsê penaberiyê di sala 2003’an piştî êrîşa 11’ê Îlonê 2 salan hate avakirin. ICE politîkaya ‘toleransa sifir’ a rêveberiya Trûmp dide nîşnadan. Trûmp li ser Twîtterê polîsên ICE parast û îdîa kir ku ‘xebateke fantastÎk li dijî hêmanên krîmînal e’.