Li Katalonyayê bi sed hezaran kes ji bo Carles Pûîgdemont û lîderên wan ên li hepsan daketin qadan. Bi banga siyasetmedarê Katalan ê li Elmanyayê dîlgirtî Carles Pûîgdemont, bi sed hezaran kes bi daxwaza azadiyê li Barselonayê daket qadan. Katalanan xwest, bi dehan siyasetmedarên ku piştî referandûma Serxwebûna Katalonyayê ya Cotmeha 2017’an hatin girtin, bên berdan. Xwestin ku di serî de Pûîgdemont, siyasetmedarên din ên li sirgûnê karibin vegerin welatê xwe. Serokê Herêma Katalonyayê Joaqûîm Torra û gelek siyasetmedar, hunermend û sportvanên Katalan jî tevlî xwepêşandana mezin bûn. ANF/BARCELENA