Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, meşiyan. Li herêma Şehbayê jî bi heman armancê pêngavek bi daxuyaniyekê bi encam bû. Di daxuyaniyê de hat gotin, erkeke wicdanî ye mirov li Ocalan xwedî derkevin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di çarçoveya çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristaiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de meşeke girseyî li Kobanê li dar xist. Bi hezaran şêniyên Kobanê tevlî meşê bûn û daxwaz kirin ku zû rewşa Ocalan were diyarkirin.

Endamê Desteyên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civakî,Malbatên Şehîdan û bi sedan mamoste û bi dehan şervanên YPG û YPJ’ê jî tevlî meşê bûn. Hêzên Asayîşê û HPC jî parstina meşê girtin ser xwe.

Meşvan li Meydana Jina Azad kom bûn. Meşvanan Posterên Ocalan û ala TEV-DEM û PYD vekiribûn û bê navber diruşmeya dilsoziya bi Ocalan re gotin.

Girseya gel bi diruşmeyan dest bi meşê kir û heta Meydana Şehîd Egîd a li navenda bajar meşiya. Li vir Endamaê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Dîlber Yûsif axivî û ji hemû dewletên cîhanê daxwaz kir ku nihêrîna xwe ya derbarê azadiya Ocalan de pêk bînin û li dengê kesên ji bo Ocalan çalak, guhdarî bikin.

Dîlber Yûsif di dewama axaftina xwe de got, “Em hemû îro ji bo azadiya Ocalan li vir kom bûne. Ji demeke dirêj ve ti agahiyan ji Rêbertiya me nayê, lê em ê ti carî çalakiyên xwe ranewestînin, divê hemû saziyên navdewletî û yên mafê mirovan jî erka xwe pêk bînin.”


Ji bo tenduristiya Ocalan banga wijdanî

Pêngava xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Herêma Efrînê piştî 10 rojan bi daxuyaniyekê dawî lê hat. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê 10’ê mijdara 2017’an de ji bo diyarkirina rewşa tendurstiya Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavek dest pê kir.

Di çarçoveya 10 rojên vê pêngavê de, broşûr hatin amadekirin û li welatiyan hatin belavkirin. Piştî herêmên kantona Efrînê, Meclîsa Malbatên Şehîdan doh li herêmên Kantona Şehbayê pêngava xwe bi dawî kir.

Malbatên pakrawanan, nûnerên saziyên sivîl û şandeyek ji Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi vê boneyê, mil dane hev berê xwe dane navçeya Kefernaya. Li wir jî ji bo welatî û dikandaran belavok hatin dayîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bidawîkirina pêngava xwe, li pêşiya Mizgefta Enes Bin Tariq daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Fewzî Seydo yê endamê rêveberiya meclîsê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên Netewên Yekbûyî û CPT´yê hate kirin ku dawiyê li bêdengiya xwe bînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê her kes zanibe ku şopdarên Ocalan, şerê terorê dikin û ji bo parastina gelên cîhanê bi hezaran şehîd dane, her wiha bi berxwedana xwe, hêzên tarî ku dewletên wekî Tirkiye, rêjîma Sûriye û Îran nûnertiya wan dikin, şikandine.

Di dawiya daxuyaniyê de bangeke wijdanî li gelên bindest hate kirin ku bi yekrêzî li hemberî sîstema kapîtalîst a sermayedar a cîhanê bisekinin û xwedî li rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan derkevin.


ANHA / KOBANÊ-ŞEHBA