Du hefte berê, wexta ez çûm nexweşxaneya ku lê dima, beriya silavê, ji mir pirsî; “li Kobanê rewş çirg e? DAÎŞ kete bajêr an na?” Nexweşiya wî pirr giran bû û dizanî ku wê di nava çend rojan de bimire. Kedkarê Heyva Sor a Kurdistanê Apê Îmam (Koca) ber bi mirinê ve be jî, hiş û dilê wî li Kobanê bû. Çend roj berê canê xwe ji dest da û di tabûtekî bi ala Heyva Sorê pêçayî li gundê Harûnan ê li Kûrecîk a Meletiyê bo rêwitiya xwe ya dawî hat bi rêkirin. Hesta dilê Apê Îmam, îro ji heft salî ta heftê salî, hesta dilê tevahiya Kurdan e. Ev hest, ji her hêlan ve bona tevahiya Kurdan mizgîniya rojên nû ye. Berxwedana Kobanê wek katalîzorekê, polîtîkayên xapandin û manîpûlasyonê deşîfre dike û herwiha jiberên siyasî yên aktorên li Rojhilata Navîn serûbinî dike. Bona vê yekê jî dewletên ku hebûna xwe li ser tunekirina hebûna Kurdan ava dikin, bi taybetî jî dewleta Tirk di nava panîkê de ye. Kaosa di helwest, vegotin û pratîka wan de vê rastiyê pirr aşkere radixe ber çavan. Rayedarên dewlet û hikûmetê derbarê pirsgirêka Kurdî, bi taybetî jî derbarê pêşketinên li Kobanê di nava çend saetan de gotinên dij hevdû tînin zimên. Gotinên yekî, bi yên yekî din nagire...
Vegotinên rayedarên Tirk diyar dike ku xeynî lîstikên xapandinê di hişê wan de bona çareserkirina pirsgirêka Kurdî tu plan û proje tune ne. Hên pirsgirêkê bi vegotina ‘terorê’ binav dikin û peyva ‘Kurd’ qet naxin tu fermiyetê, her rêxistinên Bakur û Rojava wek ‘terorîst’ û rêxistinên wekî DAÎŞ’ê nîşan didin. Naxwazin ji şervanên Kurd ê li Kobanê re alîkarî bê şandin. Li gel vê, wekî ku di çapemeniya cîhanî de her roj tê zimên; alîkarîdayîna ji DAÎŞ’ê re her dewam dikin...
Di vê navberê de, derbarê yekîtiya Kurdan de gavên watedar tên avêtin. Li Duhokê hêzên Rojavayî TEV-DEM û ENKS di civîna ku neh roj ajot de li ser avakirina rêveberiyeke hevbeş, hêzeke leşkerî ya hevbêş û yekîtiya siyasî li hev kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî derbarê vê pêşketinê de got, “Peymana Duhokê, ji hêzên ku yekîtiya Kurdan naxwazin û hewldidin di navbera Kurdan de dijminatiyê pêxbixin re bersivek e.”
Dewleta Tirk ji ber ku li hundir û derve bi polîtîkayên qilêr nekarî rastiya berxwedana li Kobanê berovajî bike; vê carê jî hewldide; him di nava rêxistinên Kurdî de nakokiyan derêxe him jî bi şandina hêzên Arteşa Azad a Sûriyê li Kobanê pirsgirêkên din gur bike. Alîkarê Serokwezîrê Tirk Numan Kurtulmuş jî dibêje; “em dixwazin rêveberiya Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) were li Rojava bicîh be!” Qaşo fermandarekî Arteşa Azad ê bi navê Abdulcebar Akîdî jî îdia dike ku “Kobanê girêdayî Helebê ye û ew dixwazin yekîtiya Sûriyê biparêzin!” Ev gotinan nîşan didin ku Tirkiye di nava dek û dolaban de ye û divê Kurd gişt li hember hewldan û polîtîkayên wê yên qilêr pirr hişyar bin!. Li hember êrîşên DAÎŞ’ê, nêzîhevbûna rêxistinên Kurdî divê bi lîstikên dewleta Tirk ve neyê xerakirin. Divê tiliya wê nekeve nava têkîliyên Kurdan ên navxweyî û pêşketina helwesta Kurdistanî bi vî awayî neyê bijahrkirin. Wekî ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik aniye zimên; “dijminatiya PYD’ê, dijminatiya gelê Kurd e!” û sicîla dewleta Tirk derbarê dijminatiya Kurdan de pirr qilêr û bi xwîn e. Li Başûr û Rojava berxwedana Kurdan a ku pêşiya yekîtiyê vedike, her berdewam e. Hat aşkere kirin ku şêxekî Kurd ê Êzdî, Şêx Xeyrî li Şengalê di berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de canê xwe ji dest daye. Şêx Xeyrî piştî êrîşên DAÎŞ’ê malbata xwe ji qada şer derxistiye. Paşê dîsa vegeriyaye û di nava refên HPG û YBŞ’ê de tevlî berxwedanê bûye. Helbet di siyasetê de bi herkesî re têkîlîdanîn pêwîst e. Lê bona ku dîroka bêxêr bi lîstikên hêzên derveyî careke din neyê dubarekirin, divê di têkîliyan de hest û xeyalên Apê Îmam û Şêx Xeyrî neyên qurbanîkirin!...