
Bajarê qedîm ê Kurdistanê Dersim bi xweza û herikîna ava ji çiyayên xwe, dilê tevahiya Kurdistaniyan şad dike. Her wiha çemê Munzurê jî bedewiyek mezin dide herêmê û bi vê bedewiya xwe bala hemû kesê dikêşîne.
Hikûmeta Tirkiyeyê ya ku xwe li bedewiya xwezaya Kurdistanê nagre û wêran dike di salên dawî de zêde bendavan li herêmê ava dike. Her çend zêde pêdiviya herêmê ji enerjiyê tune be jî bi sedan projeyên Santrolen Hîdroelektirîkê (HES) û bi bi dehan bendavan ava dikin. Ev yek bi xwe re xweza, dîrok, çand û ekolojiya Dersimê xera dike. Bendavên bi hinceta “Ewlehiyê” tên avakirin dibe sedema valakirina herêmê û xerakirina hevsengiya cihanê.
DERSIM