
Di salên 1990’an de dewleta Tirk li herêma Botanê dest bi şewitandina gundên Kurdan kirin. Gelek malbat derbazî metrepolan bûn û gelek jî berê xwe dan sinorê Başurê Kurdistanê. Gelê ku derbazî Başurê Kurdistanê bûyîn vê carê jî rastî zilma Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) hatin û ji ber zilama PDK’ê wargeh bi wargeh geriyan. Li her wargehekî bi 10 kes hatin qetilkirin. Gelê penaber bi rêz derbazî wargehên Şeraniş, Bêrsivê, Geliyê Qiyametê, Etruş, Nînova, Nehdarê û herî dawî jî derbazî Mexmurê bûn. Yek ji van penaberan jî Adar Tang e. Tang hîn di zikê dayîka xwe de sîstema qirêj dît. Tang jî wek gelek zarokên penaberan li wargeha Nehdarê ji dayîk bû. Tang hîn 2 mehî bû, ji wargeha Nehdarê koçî Mexmurê dibe û di şert û mercên herî zehmet de zaroktiya xwe dijî. Tang li Mexmurê diçe dibistanê û bi zimanê dayîka xwe dixwîne. Tang di 7 saliya xwe de ji wêne dest bi çêkirina wêneyan dike. Tang niha 17 sali ye û cara yekeme tê welatê xwe. Tang niha li Amedê pêşangeha wêneyan vedike. Pêşengeh li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn di 1’ê tebaxê bê vekirin û heya 8’ê tebaxê berdewame bike.
‘Gel bi xwêdan û xwîna xwe Mexmur vegêrandin qada’
Tang dibêje ku hîn ji 7 saliya xwe ve cîhana wê ya xeyalan pir fireh bû û dixwest xeyalên xwe bike binexşîne li ser tabloyan. Tang destnîşan dike ku wê mamoste Cengîz naskir û li cem mamoste Cengîz li Atoliya Xebatên Destan ya Ş. Delîla dest bi perwerdeya wêne kiriye. Tang got ku wan di rewşek herî zehmet de karê hunerê dikir û wiha got: “Dema gel derbazî Mexmurê bû, jiyan li Mexmurê tune bû. Gel ji tî bû birçiyan dimirin.Gel bi xwêdan û xwîna xwe Mexmur kir cihê jiyanê. Me jiyanek nû avakir.” Tang diyar kir ku wan di rewşên herî zehmet de karê hunerê dikir û derfetên xebatê pir bi sinor bûn. Tang anî ziman ku eger derfet hebûna, dê wan zêdetir berhem biafirandiban.
Bi deng û rengê jin
Tang destnîşan kir ku atoliya wan ji 70 xwendevanan pêktê û bi boyaxa ron, rengê avê û pênusa reş kar dikin. Tang da zanîn ku wê bi pênusa reş dest bi karê wêne kiriye, lê ew ji wêneyên bi reng hez dike û wiha axivî: “Ji ber ku mirov dikere bi rengan gelek hestên xwe bîne ziman. Heman demê de ez terzê nediyar dixebitim. Ji ber ku her kesê li wêneyên min binerin, bila wêneyên min wan bidin fikirîn.” Tang derbirî ku her kesê ku wêneyan çêdike divê bi civaka xwe ve girêdayî be.
Tang got ku hestên wê yên civakî pir li pêş in û wiha pê de çû: “Min dixwest êş û zehmetiyên ku gelê wargeha Mexmur kişandî bikim tablo û min gelek tablo li ser gelê penaber çêkir.Min demekî tabloyên xwezayê çêkir.” Tang da zanîn ku ew niha jî tabloyan li ser jinê çêdike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji ber ku herî zêde jin di civakê de hatiye çewisadin. Kesa ku bingehê jiyanê avakirî jin e û ya herî rastî komkujiyan hatî jî jin e. Jin bi cilek reş hatiye pêçan. Min xwest jinê bi rengan ji nûve bi reng bikim û şoreşa jinê li hemberî sîstema desthilatdar bidim nîşandan.” Tang diyar kir ku ew herî zêde rengê sor bi kartîne û rengê sor xwînê temsîl dike û wiha got: “Gelê Kurd hertim di qetlîaman re derbaz bûye. Heman demê de jin di dîrokê de hertim rastî komkujiyan hatiye. Dema ez tabloyan çêdikim, bê kontrola min ez bi zêdahî rengê sor bi kartînim.”
‘Bêhna Kurdewarî ji Amedê tê’
Tang destnîşan kir ku wê li gel xebatkarên atoliya wan gelek caran, li gelek bajaran pêşangeh vekirin. Tang da zanîn ku care yekeme ew pêşangehê li Amedê vedikin û wiha axivî: “Min xwest cara yekem Amedê pêşangehê vebikim. Ji ber ku Amed dilê Kurdistanê ye, paytexta me ye. Amed cihê berxwedanê ye û bêhna Kurdewarî jê tê.”
DÎHA/AMED