SEMÎRA ŞEHABÎ

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Jina şêwekar a bi navê Hîron Seîd dîwarên Derbendîxanê bi resmên ku xêz dike, dixemilîne û dibêje, ew bi resmên xwe hewl dide hesta aramî û xweşiyê bide niştecihên bajêr.

Şêwekar Hîron Seîd sala 1997´an li navçeya Derbendîxanê ya ser bi parêzgeha Silêmanî hatiye dinyayê. Jina ciwan a şêwekar xwendekara Zanîngeha Silêmanî ya refa 3´yan Koleja Informatîk a beşa Mûhendîziya Kompûterê ye û ev 2 sal in jî li kêleka xwendinê, dest bi karê şêwekariyê kiriye.

Hîron ji dema zarokatiyê ve dest bi xêzkirina wêneyan dike û bêyî ku perwerdeyeke taybet a şêwekariyê bibîne, di şêwekariyê de her roj gavên nûtir diavêje.

Hîron karê wênexêzkirina li ser dîwaran di sala 2016’an de dest pê dike. Wêneya xwe ya yekemîn a li ser dîwarê Navenda Ciwanên Derbendîxanê xêz dike. Niha jî hem dîwarên nava bajêr û hem jî dîwarê koleja ku lê dixwîne, bi wêne û hûnerê xwe yê bedew dixemilîne û balkêş dike.

Bi dest û hesta jinê huner

Hîron dibêje, ew bi xemilandina dîwarên bajêr hewl dide hewayeke hûnerî bide cihê ku lê dijî, êş, alozî, nexweşî û westandina mirovan bi bipêşxistina hûnerê şêwekarî û wêneyên li ser dîwaran, kêm bike û şadiyê bi pêş bixe. Hîron diyar kir ku qeyrana li Başûrê Kurdistanê ciwanan difetisîne û got, “Dibînim ku ciwan ji ber qeyranê difetisin û bandoreke neerênî li wan dike. Lewma dixwazim xebatên hûnerî li Başûrê Kurdistanê zêde bibin.”

Di wêneyên Hîron de vegotina pirsgirêkên civakî jî heye û li vê yekê ew dibêje, ew hewl dide pirsgirêkên di civakê de bi zimanê şêwekariyê bi xêzên xwe îfade bike.

Hîron dibêje, hûnera şêwekariyê bi destê jinê xweşiktir û watedartir dibe û got, “Wêne xêzkirin bixwe cîhaneke cûda ye. û wiha pêde çû, “Hûnerên bi dest û hestên jinê xweşîktir in.”

Hîron dixwaze vê xizmetê ji bo tevahiya bajarên Başûr bike û nexasim jî li tax û malên kevin heger pê re alîkariya materyalên boyaxê bê kirin: “Heger ji bo boyax alîkarî bi min re were kirin,  ez ê bikarim bi awayekî bê beramber vê xebatê bi pêş ve bibim û xizmetê ji bajarên Başûr re bikim.”