Ev tuxleyên hanê yên boyaxkirî, li Qahîreyê di nava gorên kevin de hatiye dîtin û gelekî muhtemel e û ew li devereke din hatibin bikaranîn û ji wê deverê biribin Qahîreyê. Ev awayê nixumandin û sîwaxkirinê ji bo xemilandina hundir û derveya avahiyên amî, perestgeh yan jî goran dihat bikaranîn. Li ser vê nimûneyê, sehneyeke dehîdanekê heye; mirovek ber bi dikeke ku weke kevirê dehî tê bikaranîn ku li serê jî agir pê ketiye. Awayê xemilandinê îşaret bi zêdebûna tesîra hunerê Îyonî (Yewnana kevin) di sedsala 6´an beriya mîladê de li ser hunerê Etruskayî dike. Ev berhema hanê îro li muzexaneya Le Louvre a li Parîsê tê pêşandan di nava hunerê antîk ê Yewnan û Misrî de. PARÎS