DILSOZ DILDAR / ANHA / HESEKÊ
Dayika Xezal gelek kel û pelên dîrokî li cem xwe berhev kirine û mala xwe pê xemilandiye. Mala dayika Xezal niha mîna muzexaneyeke gelêrî xuya dike.
Ji ber ku hez dike ji bermahiyên dîrokî, Dayika Xezal bi salan bi dehan parçeyên dîrokî kom kirin û hindek ji wan wek mîrate jê re mane.
Dayika Xezal 56 salî ye, ji bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyeyê ye. Pirraniya bermahiyên dîrokî ku wê bi salan berhev kirine, ji sifr in û dîroka wan vedigere bi sedan salan. Di nava tiştên wê berhevkirî de destar, amûrên pîvanê, alavên navmalan ên kevn û hin parçeyên ku ji kevirên reş hatine çêkirin jî hene.
Ji DAIŞ´ê jî parastin
Dayika Xezal bi desteka malbata xwe ji beriya bi dehan salan ve van parçeyan diparêze. Dema DAIŞ’ê êrişî bajarê Hesekê kir, dayika Xezal hemû tişt li pey xwe hiştin û tenê bermahiyên dîrokî xilas kirin.
Li ser meseleyê, dayika Xezal got, “Dema DAIŞ’ê êrişî bajêr kir, min yekser hemû parçeyên dîrokî şandin gund da ku winda nebin.”
Li muzexaneyê muhafeze bikin
Dayika Xezal ku bi xwe jî ji dyaneta Êzîdî ye, diyar kir ku wê ev bermahiyên dîrokî bi salan veşartine û muhafeze kirine. Lê di van salên dawîn de Dayika Xezal mala xwe bi wan xemilandiye jî. Dayika Xezal bang li hemû jinên Kurd û bi taybetî jinên Êzîdî kir ku bermahiyên dîrokî û çanda xwe biparêzin. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku muzexaneyekê vekin û hemû bermahiyên dîrokî yên girêdayî çanda gelên herêmê yên resen tê de pêşkêş bikin.