Ev xemla hanê parçeyek ji zirîpoşeke ji bo ser singê ye. Lê ji wê bi tenê ev parçe maye. Ew temsîla xwedayekî ji profîlê dike ku kefen lê hatiye pêçan. Serê wî serê beranekî ye û tacek li ser serê wî hatiye bicihkirin. Ew li ser kulîlkeke nîluferê rûniştiye, wê sibeha pêşî ya afirandinê. Axir em ji vê jî dibînin ku li Misra kevnar di xemlê de her li rengên zindî geriyaye, lewma jî zêr û ava zêr xwedî cihekî navendî ne, wekî din rengê sor û kesk jî belav in.

 

PARÎS