Mihemed Pakij: Girîngiya muzexaneyê, amûrên sedsalên bihurî ne ku jiyana wê demê ji bo niha nîşan dide. Em daxwazê dikin ku ji bo nûjenkirina muzexaneyê û parastina van berheman, destê alîkariyê were dirêjkirin.
SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Avahiya Muzexaneya Kelepûrî ya Kurd a li Silêmanî, ev 118 sal in hatiye çêkirin. Ev nêzî 40 salan e jî wekî muzexaneya kelepûra Kurdî hatiye vekirin. Lê ev demeke dirêj e ku hatiye paşguhxistin û ji ber vê yekê jî tehlûkeya rûxiyana dîwarên wê heye. Ji ber vê jî muzexane ev 3 sal in girtiye.
Birêvebirê Muzexaneya Kelepûrî ya Kurd, arkeolog û welatî jî hebûna muzexaneya kelepûrên Kurdî girîng dibînin û daxwaza parastina wê dikin.
Muzexaneya Kelepûrî ya Kurd li Taxa Dergezênî li nêzî Eshabe Spî ya Silêmaniyê ye. Sala 1901’ê ji aliyê malbata Hacî Feqê Şaliyewe ve hatiye avakirin. Sala 1970’yî, Zanîngeha Silêmanî ev avahî dewr girtiye û sala 1975’an weke muzexanê vekiriye.
Rûberê avahiya muzexaneyê nêzî 1000 metreyên bi çarçik e. Ev sê sal in, deriyê muzexaneyê ji ber tehlûkeya rûxiyana dîwarên wê yên hundir û ji derve, hatiye girtin. Tevî ku hinek caran jî dîwarên wê yên ji derve ji bo nûjenkirinê ji aliyê hikûmetê ve hatiye sîwakirin jî, lê ji ber ku bi awayekî baş nehatiye nûjenkirin, hîna tehlûkeya rûxiyanê li ser e. Ji ber wê, rê nayê dayîn welatî bikevin nava avahiyê. Dema erdheja 2017’an jî ziyan bi dîwarên wê gihaye û derz ketine nava dîwarên wê.
Roj bi roj tê ber rûxiyanê
Tevî ku muzexane hatiye nûjenkirin jî lê li ser şêweyê wê yê berê hatiye parastin. Avahî ji du qetan pêk tê. Di qeta binî de pênc ode hene, qeta banî jî bi heman şêweyî ye. Di hewşa wê de jî birkeke bêav heye û erdê wê jî çîm tê de hatiye çandin. Her kesê ku biçe serdana vê muzexaneyê û avahiyê di vê rewşê de bibîne, wê bizane, heger ev muzexane wisan were paşguhxistin, roj bi roj ber bi rûxiyanê ve biçe.
Hezar parçeyên çandî û dîrokî
Di nava muzexanê de kelepûrên ji bo cotkarî û çandiniyê yên demên berê hene. Herwiha kelûpelên nava malê, ciwankarî û gelek tiştên din jî tê de hene. Di nava muzexaneyê de nêzî hezar parçeyî hene.
Di nava muzexaneyê de parçeyê herî kevin, cerikek e ku dîroka wî digihîje 200 salan beriya Îslamê. Li gorî belgeyên dîrokî, berê mirî dixistine nava van ceran.
Banga destê alîkariyê
Berpirsê Muzexaneya Kelepûrî ya Kurd, Mihemed Pakij got; “Muzexane çend caran hatiye nûjenkirin. Dîwarê wê hatiye sîwakirin, lê piştî demekê teqiyaye û di dema erdhejê de jî gelek ziyan lê bûye. Girîngiya muzexaneyê, amûrên sedsalên bihurî ne ku jiyana wê demê ji bo niha nîşan dide. Em daxwazê dikin ku ji bo nûjenkirina muzexaneyê û parastina van berheman, destê alîkariyê were dirêjkirin.”
Biparêzin, xemsar nebin
Welatî û arkeolog hebûna Muzexaneya Kelepûrî girîng dibînin. Arkeolog Armanc Emîn ji bo meseleyê got; “Berhemên dîrokî û şûnwar, milkên neteweyî ne û eşkerekirina dîroka wê neteweyê ne. Di heman demê de parastina şûnwaran yek ji armancan bû ku pêwîst bû ji bo wê bûdceyek taybet were veqetandin.”
Welatiya Silêmaniyê Zuhre Elî ji bo naskirina çanda berê ya gelê Kurd hebûna muzexaneyê girîng dibîne û dibêje; “Erka hikûmet û aliyên peywendidar e ku wan biparêze. Ji ber ku her yek ji van berheman jiyana bihurî ya Kurdan nîşan dide, ka çawan jiyan kirine û çi bi kar anîne.”
Her çiqas ku her welatek bi çand û kelepûra xwe tê naskirin, berhemên dîrokî weke belgeyên wê tên nîşandan, lê li Başûrê Kurdistanê cuda ye. Ji ber krîz û rikberiya siyasî, dijwarbûna jiyana welatiyan berhemên dîrokî li şûna ku werin parastin, ber bi tinebûnê ve diçin, û xwedî lê nayên derketin. ev jî dibe sedema gazinên welatiyan û pisporan.